AMED - Hevserokê DBP'a Amedê Zekî Baran der barê "Komcivîna Şêwra Netewî" ku li Silêmaniyeyê hat lidarxistin de axivî. Baran, dest nîşan kir ku ji bo lidarxistina Kongreya Yekîtiya Netewî ew ê heta dawiyê bixebitin û dê ev xebat li ser dika dîrokê cihê xwe bigirin.
Şêwra Kongreya Netewî ya Kurd li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Hevserokê DBP'a Bajêr a Amedê Zekî Baran der barê komcivînê de axivî û wiha got: "Em ji nêz ve şopdarê Kongreya Yekîtiya Netewî ne. Em bi awayekî çalak tevlî kongreyê dibin. Ji bo pêkanîna yekîtiya netewî em ê heta dawî bixebitin û çi ji destê me bê em ê bikin."
DÊ 5 KOMCIVÎN BÊN LIDARXISTIN
Baran, da zanîn ku gelek nûnerên kurd tevlî komcivîna li Silêmaniyeyê bûne. Baran, dest nîşan kir ku di komcivînê de hevdîtin çêbûn û nîqaş hatin kirin û ji ber ku beşdarbûyînê zêde bû cih di eywanê de tune bû. Baran, diyar kir ku ev civînên ku di pêşengiya KNK'ê de tên çêkirin civînên pîroz in û hêviya wan heye ku dê encam ji van xebatan derkeve.
Baran, da zanîn ku heya Konferansa Yekîtiya Netewî bê lidarxistin dê 5 komcivîn bên çêkirin û wiha got: "A ewil hat çêkirin. Man çar heb komcivîn. Hat pêşniyarkirin ku li her perçeyekî komcivînek bê çêkirin û yek jî li Dîasporaya Kurd a Ewropayê bê çêkirin. Komcivîna ewil li Başûr çêbû."
'DÊ BI KESÊÊN KU BEŞDAR NEBÛNE RE HEVDÎTIN BÊ ÇÊKIRIN'
Baran, dest nîşan kir ku divê hemû kurd beşdarî van civînan bibin û wiha axivî: "Hat dîtin ku PDK û hin komên nêzî wê tevlî van civînan nebûn. Beşdarvanên din ên komcivînê jî li ser vê yekê rawestiyan. Dema mirov ku li armanca vê kongreyê dinihêre, divê mirov hemû berjewendiyên xwe yên şexsî deyne kêlekekê. Divê tekane berjewendiya hemû perçeyan ev kongre be. Divê berjewendiyên şexsî û siyasî li pêş vê kongreyê nebin asteng."
'KURD MECBÛR IN GUH BIDIN HEVDU'
Baran, anî ziman ku dê dubare bi partiyên ku tevlî kongreyê nebûne re hevdîtin bê çêkirin. Baran, got ku beşdarvan ne mecbûr in wek hevdu bifikirin, lê belê divê ew bên gel hev û guh bidin hevdu. Baran, da zanîn ku nêzî 300 kes tevlî kongreyê bûne û ji van 150 kes axivîne. Baran wiha got: "Gelek kes hem şexsî hem jî li ser navê sazî û dezgehên xwe axivîn û nêrîna wan a hevpar ev bû: 'Fikrê me çi dibe bila bibe, em mecbûr in bên gel hev û guh bidin hevdu.'"
'DÊ XEBAT LI SER DIKA DÎROKÊ CIHÊ XWE BIGIRIN'
Baran, anî ziman ku kesên tevlî xebatên kongreyê nebûne, hêvî dikin di rojên pêş de tevlî bibin û wiha axivî: "Ev kongre ne li ser daxwaza çend kesa ye, ev xeyala sedsalî ya vî gelî ye. Ev xebatên ku ji bo nasnameyeke netewî û pêşerojeke hevpar tên kirin, dê li ser dika dîrokê cihê xwe bigirin. Kesên bertek nîşanî xebatên kongreyê didin, dibin asteng û di nav de cih nagirin dê di nav rûpelên reş ên dîrokê de wek xiyanetkaran cih bigirin."
'DIVÊ EV FIRSENDA DÎROKÎ JI DEST NEÇE'
Herî dawî Baran wiha got: "Dema mirov li pêvajoya heyî dinihêre dibîne ku ji bo pêkanîna yekîtiya netewî tu pirsgirêk tune ye. Divê kurd vê firsenda dîrokî ji dest bernedin. Helbet em tiştekî wisa naxwazin, lê dema ev firsend ji dest biçe dê kurd sed salên din jî di bin vê esaretê de bimînin. Îro serxwebûna li perçeyekî, nayê wateya serxwebûna hemû kurdan. Dema mirov difikire divê li hemberî tu maf û daxwazên gelê kurd mirov xwe li nedîtiyê daneyne. Lê mesele ev; dê ev gel sibê çawa behsa me bike? Dê sibê her kes bi sekna xwe ya îroyîn bê bibîranîn."