MEREŞ- Kampa penaberan ku li Teranê hat çêkirin, hem tehdê li elewiyan dike hem jî ji ber tirsa ku dibe qetlîam çêbibin welatiyên elewî gundên xwe diterikînin û ber bi Ewropayê ve direvin.
Navenda Hêwirdandina Demborî ya girêdayî AFAD'ê ku li Taxa Teranê ya girêdayî navçeya navendî Dûlkadîrogûllari ya Mereşê hatibû çêkirin, hîn jî gelê herêmê diqilqilîne. Li vê kampa ku kapasîteya wê 27 hezar e, piştî li gel penaberên sûriyeyî yên erebên sunî gelek tirkmenên ji Iraqê hatine jî lê hatine bicihkirin û hejmara kesên li kampê niha 40 hezar derbas kiriye. Tê îdiakirin ku armanca çêkirina vê kampê ew e ku, demografiya li herêmê bê guherandin û ji ber vê yekê welatiyê elewî zaf nerihet in. Welatiyên taxê diyar dikin ku carinan kesên rîdirêj li nav gund digerin û ji ber vê rewşê her diçe şik û gumanên wan zêde dibin. Jinên taxê jî dest nîşan kirin ku, dibe ku ji nişkave êrîş li wan bê kirin û ji bo ew tevdîran bigirin carinan li Cemxaneya taxê kom dibin û nîqaşan dikin.
Dayika zarokekê done Yûmlûk a 50 salî, anî ziman ku her roj roja wan bi tirs û xof derbas dibe û dibe ku ji nişkave tiştek bê serê wan. Yûmlûk wiha got: "Me ji keyayan xwest ku notirvanan bigirin, lê negirtin. Her wiha di vî warî de tu hewldanên dewletê jî tune ne. Ji ber ku em nizanin kî ne, tu bikî nekî em ditirsin. Li derdora kampê erseyên me hene. Berê kesên li derveyî welat dijiyan dihatin xanî çêdikirin. Lê belê, piştî ku kamp hat çêkirin êdî kes nayê û naxwaze li bajarê xwe xaniyan çêbike. Çimkî êdî li van deran ji bo pêşerojê hêviya kesî tune ye. Ciwan van deran diterikînin û berê xwe didin Ewropayê. Dibêjin êdî li van deran pêşeroja me tune ye û diçin."
EW KESÊN BIRÎ Û ECÊB KÎ NE!
Yûmlûk, diyar kir ku carinan hin kesên birî û ecêb ên li kampê dimînin, li nav gund digerin û wiha got: "Çend caran ji kampê hatin û li nav gund digeriyan. Carekê jî bi du wesayîtan hatin. Em dibêjin hatina nava gund qedexe ye, lê belê guh nadinê. Dema em dibêjin hûn li çi digerin dibêjin 'me riya xwe şaş kiriye'. Bi zanebûnî tên. Dixwazin hîn bibin ka li nav gund çi dibe. Di nav wan kesan de yên birî jî hene. Riya vana tiştekî ecêb be, mirovên ecêb in."
QEY KEŞFÊ DIKIN?
Dayika 4 zarokan Done Goksongûr jî, dest nîşan kir ku her çi qas wan û gundiyên hawirdorê nexwestiye, lê dîsa jî kamp hatiye çêkirin û niha ew li mala xwe û gundê xwe jî nerihet in. Goksûngûr, got ku li gor wan bihîstiye li gel mirovên ji rêzê endamên El Nûsra û DAIŞ'ê jî hene û her wiha li gundên derdorê dizî çêbûne. Goksûngûr, dest nîşan kir ku li herêmê bi piranî welatiyên elewî dijîn û bi zanebûnî ev kamp li herêmê hatiye çêkirin. Goksûngûr, diyar kir ku kesên ji kampê tên gund bi armaca ku keşfê bikin tên û wiha axivî: "Bi mebesta em ê karibin çi bikin, çi bidizin tên nav gund. Ji ber vê dema gundî li nav gund wesayîteke xerîb bibînin an jî mirovekî xerîb bibînin, wî/wan disekinînin û sedema hatina wan dipirsin. Dengekî biçûk jî bê em nerihet dibin. Em dibêjin gelo çi bû û em dertên derve. Tu dibê qey hema ji nişkave dê tiştek bibe. Yanî em ewqasî diqilqilin. Me riya xwe ji ya kampê veqetand, lê belê riya me jî dagir kirine. Wesayîtên xwe danîne ser wê riyê."
LI BER XWE DAN
Goksûngûr, welatiyên elewî ku di komkujiya 1978'an a Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û wiha got: "Komkujiya Mereşê nayê jibîrkirin. Ji ber vê gelê herêmê li dijî çêkirina kampê derket. Ji bo careke din bi komkujiyeke wisa re rû bi rû nemînin li ber xwe dan. Gelê herêmê naxwaze tevî gelê ku bîr û baweriya wan çî ye bijî. Çend roj berê min li derve rîçal dikeland. Mîn dît erebeyeke plakaya wê 35 digere. Sekinîm, di hundurê wê de 2 peywirdarên ewlehiyê hebûn. Dema min ji wan re got, xêr e hûn li çi digerin, gotin em ê 'Biçin Turkoglûyê.' Min ji wan re got hûn jî dizanin ku riya Turkoglûyê di vir re derbas nabe. Ji min re gotin 'Em nizanin.' Min pirsî tu peywirdarê ewlekariyê yî çawa nizanî."
‘JI BER KAMPÊ TU HIZÛRA ME NEMA'
Goksûngûr, anî ziman ku beriya kamp bê çêkirin li gund hizûra wan hebû, lê belê bi çêkirina kampê re tu hizûr ji wan re nemaye. Goksûngûr wiha domand: "Yanî der barê pêşerojê de em li ser tiştekî jî nafikirin. Mînak, min ê ser baniyê xwe çêbikirana, lê belê çênakim. Çimkî em nizanin dê sibê çi biqewmie. Hîn jî hin mirovên me hene ku dixwazin biçin derveyî welat û serlêdanan dikin. Ma em ê li vir çi bikin. Awayê jiyana me guherî. Wek her derî, li vir jî li ser me elewiyan zext û zor hene. Dixwazin me bitepisînin. Lê belê divê em hemû bibin yek û li dijî vana rawestin."
‘CIHEKÎ KU EM BIÇINÊ TUNE YE'
Dayika 4 zarokan Cennet Taş a 70 salî jî diyar kir ku ji roja ku kamp çêbûye heta niha tirsek li ser wan heye. Taş, got ku ew li Terolarê çêbûye û mezin bûye, lê belê niha ew naxwaze li gund bimîne. Taş wiha axivî: "Îro tiştekî nekin, dê 4 roj şûnde bikin. Em van mirovan nas nakin, ji bo çi em ê bi wan bawer bin. Berê li wî cihê ku kamp lê ye em digeriyan. Lê belê ji roja ku kamp hatiye çêkirin em nikarin biçin wan deran. Em nikarin biçin daristanê jî, ew der jî zept kirine. Ne biroj û ne jî bi şev em nikarin biçin derî gund. Êvarî zaf germ e, lê em ji neçarî li hundur rûdinên. Êdî mirov naxwazin li vir bimînin. Lê belê cihekî ku em biçinê jî tune ye û ji mecbûrî em dimînin. Hin kes tên nav gund, dema gundî ji wan dipirsin dibêjin 'em aciz bûne, ji xwe re digerin.'"
Arjîn Dilek Oncel / Haci Yusuf Topaloglu - dihaber