AMED - Şeyhmûs Gokalp û Mehmet Orak, li dijî binçavkirina bijîşkên ku parêzvaniya mafên mirovan dikin bertek nîşan dan û gotin ku, bi van pêkanînan gef û gur li civakê tên xwarin.
Di demên dawî de li hemberî bijîşk û parêzvaniya mafên mirovan operasyonên binçavkirinê tên lidarxistin. Herî dawî li Amed, Edene û Enqereyê li dijî bijîşkên ku parêzvaniya mafên mirovan dikin operasyon hatin lidarxistin. Li Amedê Dr. Nejdet Îpekyuz ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, piştî îfadedayînê hat berdan, lê bijîşk Dr. Selçûk Mizrakli û Dr. Şemsettîn Koç ku parêzvaniya mafên mirovan dikin jî di nav de gelek bijîşk hîn di bin çavan de tên ragirtin.
Endamê Konseya Navendî ya Odeya Bijîşkan a Amedê Şeyhmûs Gokalp, li hemberî binçavkirina bijîşkan bertek nîşan da û got ku usûlên binçavkirina bijîşkan bi tu awayî nayên qebûlkirin. Gokalp, diyar kir ku navnîşana gelek kesên serokatiya bijîşkan, saziyên civaka sivîl diyar in û wiha got: "Dikaribûn ji bo îfadedayînê gazî van mirovan bikin. Berê gelek caran ji bo îfadeyê gazî van mirovan kirine û ev mirov çûne. Ev usûl ne usûleke rast e."
‘'OHAL' VEGUHERÎ REJÎMEKE KU BÊRÛMETÎ LI MIROVAN TÊ FERZKIRIN'
Gokalp, dest nîşan kir ku jiyana li Amedê û têkoşîna ji bo maf, huqûq û kedê tim rîskekê di xwe de dihebîne û qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bi bîr xist. Gokalp, diyar kir ku ji ber vê têkoşîna maf û mafdariyê gelek nûnerên civaka sivîl di girtîgehê de ne.
Gokalp, dest nîşan kir ku divê li hemberî aktivîstên civaka sivîl ku ji bo tenduristî, aramî û keda civakê tevdigerin hurmet bê nîşandan û wiha got: "Heke OHAL be jî divê rûmeta mirov bê parastin. Mixabin em dibînin ku, OHAL'ê veguherandine rejîmeke ku her cure bêrûmetiyê li civakê ferz dikin. Ev ne reast e."
'BI BINÇAVKIRINÊ MAFÊ XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ HATIYE ASTENGKIRIN'
Gokalp, dest nîşan kir ku bi binçavkirina parêzvanên mafên mirovan dixwazin peyamê bidin civakê û wiha axivî: "Pîşeya bijîşkiyê parêzvaniya mafên mirovan e. Heke hûn wisa nêzî van bijîşkan bibin, demildest wan binçav bikin û bi rojan bêyî îfadewergirtinê hûn wan di nezaretxaneyan de ragirin, nexwe hûn bi vî awayî dixwazin civakê bitirsînin." Gokalp, anî ziman ku divê civak li hemberî van pêkanînên ku tînin serê parêzvanên mafên mirovan bêdeng nemînin û bertekên xwe nîşan bidin.
Gokalp, da zanîn ku bi binçavkirina Dr. Selçûk Mizrakli, du emeliyatên ku wê Mizrakli bikiranan bi pêş ve hatine xistin. Gokalp, dest nîşan kir ku bi binçavkirinan mafê mirovan ê xwegihandina tenduristiyê hatiye astengkirin. Gokel, got ku divê bijîşk bi vî awayî neyên binçavkirin. Gokalp, got ku Dr. Selçûk Mizrakli li Amedê û herêmê ceraheke ku tim behsa wî têkirin û baş tê naskirin.
'AWAYÊ BINÇAVKIRINÊ DERÎ MAFÊN MIROVAN E'
Sekreterê Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Hevserokê Odeya Endezyarên Elektrîkê Mehmet Orak, anî ziman ku mafê tenduristiyê yek ji wan mafên bingehîn ên mirova ye. Orak, got ku binçavkirina bijîşkan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Orak, dest nîşan kir ku bi taybetî kesên li herêmê parêzvaniya mafên mirovan dikin û bi awayekî baş xizmeta tenduristiyê dikin tên binçavkirin û ew bi tu awayî binçavkirina van mirovan qebûl nakin û wiha axivî: "Warê wî, navnîşana wî diyar e. Diyar e ku li kuderê dixebitin. Binçavkirina wan a bi vî awayî derî mafên mirovan e."
'NE BINÇAVKIRIN, ÇAVTIRSANDIN E'
Orak, dest nîşan kir ku li welat di warê mafên mirovan de gelek pirsgirêk hene û wiha got: "Hemû saziyên ku mafên mirovan diparêzin bi awayekî derhuqûqî tên girtin, karmend tên îxrackirin." Orak wiha domand: "Ya ku hatiye kirin ne binçavkirin e, çavtirsandin e. Yanî bi vî awayî dibêjin ku em bixwazin em ê nîvê şevê û kîjan saetê be em ê bên û we bibin."
'KCD SAZIYEKE LEGAL E'
Orak, bi bîr xist ku qismek hinceta binçavkirinan jî fealiyetên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tên nîşandan û wiha got: "Her kes KCD'ê dizane û saziyeke legal e û ev hevalên me jî di nav vê saziya legal de xebitîne. Ev fealiyet bi tu awayî ne îllegal in. Em mamoste Selçûk, mamoste Nejdet û mamoste Şemsettîn jî baş nas dikin. Zaf fêdeya van hevalan li herêmê çêbûye û ji ber vê hatine binçavkirin."