ÎZMÎR - Di ser OHAL'ê re salek derbas bû. Di salekê de li Herêma Egeyê 6 hezar binpêkirinên mafan qewimîn. Li heman herêmê hejmara kuştinan jinan û mirinên karkeran du qat zêde bûn.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, di 20'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin û ev salek e didome. Di dema OHAL'ê de li seranserê welat gelek binpêkirinên mafan xwe dan der. Yek ji van deveran jî Herêma Egeyê ye ku di dema OHAL'ê de binpêkirina mafan derket asta herî jor.
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di salekê de 6 hezar binpêkirinên mafan xwe dane der. Her zîde zext û zorî li girtîgehan hatiye kirin. Li herêmê herî kêm 624 kes hatin binçavkirin û ji vana herî kêm 168 kes hatin girtin. Ev herêma ku tim bi mirina karkeran di rojevê de ye, di vê serdemê de 20 karkeran jiyana xwe ji dest da. Her wiha li herêma Egeyê kuştin û êrîşên tecawizê yên li dijî jin û zarokan jî gelekî zêde bûne. Di serdema OHAL'ê de herî kêm 56 jin hatin qetilkirin.
LI DIJÎ ZEXTAN BERXWEDAN HEBÛ
Bi OHAL'ê re li girtîgehan pêkanînên serdema darbeya 1980'yî di dewrê de ne. Gardiyan û leşkeran bi komî bi ser qawîşan de girtin, têkiliyên navbera qawîşan qut kirin, bi zorê kartên stû bi cilê girtiyan ve kirin, aktîvîteyên civakî hatin qedexekirin, kêm pirtûk dan girtiyan û hevdîtinên bi malbatan re hatin astengkirin. Her wiha, girtiyên nexweş nehatin dermankirin. Li dijî van hemû zextan, berxwedana girtiyan jî di asta herî jor de bû.
Berdevka Însiyatîfa Piştgiriya ji bo Zindanan a Îzmîrê Selma Altan da zanîn ku berî OHAL'ê jî zext hebûn, bi OHAL'ê re pir zêde bûne û wiha axivî: "Li girtîgehan hiqûqeke taybet di dewrê de ye. Tecrîd pir zêde ye. Cihên bêhnstandinê jî bi têlan pêça ne."
KUŞTINÊN JINAN ZÊDE BÛN
Berdevka Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Sanem Denîz Kural dest nîşan kir ku di serdema OHAL'ê de li Herêma Egeyê 56 jin hatine qetilkirin û wiha domand: "Di civakê de kengî zext zêde bibin, li dijî jinan zext hêj zêdetir dibin. Me ev di gelek serdeman de dîtiye. Sedema ew qas zext û kuştinan jî ew e, jin dixwaze li gorî jiyana xwe biryara xwe bide."
‘KEDXWARŞ Û BETALÎ LI PARA KARKERAN KET’
Serokê Şaxa Jimare 5'an a DÎSK'ê ya Îzmîrê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Alî Haydar Kara jî anî ziman ku di qada xebatê de jî binpêkirinên mafan derketine lûtkeya herî jor û li herêmê herî kêm 20 karker jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes ji kar hatine avêtin. Kara der barê qada xebatê de ev tişt gotin: "Di serdema OHAL'ê de karker ji kar derxistin, ji bo karsazan gelekî hêsan bû. Hem hejmara karkerên ji kar hatin avêtin zêde bû, hem jî pêşî li grev û daxwaza kar a karkeran hat girtin. Bi qasî 13 milyona mirov derbasî teqawîtbûna şexsî ya mecbûrî kirin. Ji bo 'projeyên delodîn' çavkanî afirandin."
Kara piştrast kir ku ji zêdeyî 110 hezar karkerên cemaweriyê ji kar hatine avêtin û di serdema OHAL'ê de 6 grev bi hinceta "Ewlehiya Neteweyî" hatine qedexekirin.