Di kolandina bi guman a Tarsusê de kî li çi digere?

MÊRSÎN - Hat îdîakirin ku di bin çavdêriya polîs û tîmên taybet de li Tarsûsê kolanek tê kirin û ev jî di bin koordîneya kurê serokomar Erdogan, Bîlal Erdogan û Parlamenterê AKP'ê yê Xarpêtê de tê kirin.

Ligel Sîteya Kucuk Sanayî ya li taxa 82 Evler a navçeya Tarsusa Mêrsînê ev nêzî 25 roje di bin çavdêriya polîsên tîmên taybet de li malekê xebatên kolnadinê tên kirin. Kesek nizane ku xebatên kolandinê ji aliyê kê ve tên meşandin û hemû cihên ku dikarin malê bibînin ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

'KOLAN GIRÊDAYÎ SEROKWEZÎR Û SEROKOMAR TÊ KIRIN'

Derbarê kolanê de tu sazî û komeleyên cemaweriyê daxuyaniyek ne adayîne, midûrê polîsên tîmên taybet ên li cihê kolanê anî ziman ku kolan ji aliyê serokwezîr û serokomar ve tê kirin.

Li ser pirsa gelo hûn li cenazeyên kesên bi kiryar ne diyar hatin kuştin digerin midûrê polîsan bersiva "Ger em li cenaze bigeriyana divê dozger li vir baya" da û ev jî derdixîne holê ku li cenazeyan nagerin. Midûryeta Mûzeya Tarsusê derbarê mijarê de got kesek tune ye û daxwaza hevdîtinê red kir. Waliyê Mêrsînê û Qeymeqamê Tarsusê jî diyar kirin ku kolandin ji aliyê serokomar ve tê birêvebirin.

'BÎLAL ERDOGAN CILÊ KOLANÊ ZIYARET KIR'

Her çiqas derbarê kolana ku ji her kesê tê veşartin îdîayên cidî hebin jî tê diyarkirin k udi bin koordîneya serokwezîr û serokomar de li xezîneyan tê gerîn. Hat diyarkirin ku xebatên kolanê ji aliyê komek taybet ve tê birêvebirin û li ser serê komê jî Parlamenterê AKP'ê yê Xarpêtê û kurê serokomar ERdogan Bîlal Erdogan disekinin. Hat zanîn ku Bîlal Erdogan û parlamenterê Xarpêtê cihê kolanê ziyaert kirine. Hat ragihandin ku di xebatên kolanê de heta niha gelek xezîne hatine derxistin.

GELO XEZÎNEYA QRAL DAKYANUS E?

Li gorî agahiyên nû hatine bidest xistin di xebatên kolandinê de li xezîneya Împaratorê Romayê yê di 100 salên destpêkê yên Xiristiyaniyê de Qral Dakyanus (Decius) digerin. Li mala li taxa 82 Evlerê ku kolan lê tê kirin ligel xezîneyan, hat diyarkirin ku bermahiyên Qesra Dakyanus jî hatine derxistin, piştî kolandina li malê biqede xezîneya ku bê derxistin dê gelek mezin be. Ji ber beriya niha jî li Tarsusê bermahiyên aîdî Romayê hatibûn dîtin ev jî dide xuyakirin ku herêmekî dîrokî ye.

'JI BO XEZÎNEYÊ HAT ÎNFAZ KIRIN'

Ligel van hemû îdîayan, hevjîna polîsê bi navê Mîthat Erdal ê hat îdîakirin li Tarsusê di sala 2012'yan de xwe întîxar kiriye Sîbel Erdal, diyar kir ku li herêmê l xezîneyek mezin tê gerîn. Erdal, anî ziman ku ligel mala kolan lê tê kirin 4 malan digire nava xwe û mala niha kolan lê tê kirin jî ji aliyê hevjînê wê ve hatibû girtin.

Erdal, da zanîn ku beriya hevjînê wê bê kuştin agahî dabû Midûrê Polîsan ê Tarsusê Yaşar Aksoy ê ku niha ji ber lêpirsîna FETO hatiye girtin û wiha got: "Aksoy ji hevjînê min re got biçe îfade bide midûryeta Qaçaxçitiyê. Piştî derbarê mijarê de ji me re got kesên mijara gotinê ne jî din ava vî karî de ne. Hevjînê min ji aliyê Aksoy û kesên bi wî re dixebitîn ve hat qetilkirin. Hevjînê min beriya bimire ji min re geo ger tiştek bê serê wî berpirsyar midûrê wî ye."

TÊKILIYA KOCAMAZ Û AKSOY TÊKILIYA XEZÎNÊ YE?

Li Tarsusa ku mirov herî zêde nêçîrvanên xezîneyan dibîne, beriya niha îdîayên ku li Tarsusê xezîne hatine dîtin ketibûn rojevê. Tê îdîakirin ku Burhanettîn Kocamaz ku berê yê Tarsusê niha jî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsînê ye beriya niha ji ber xezîneyan li Tarsusê kolandin kiriye. Bi taybet piştî li Tarsusa nû bazara taxan hat avakirin, di çarçoveya xebatên kanalîzasyonê de, di encama kolanan de gihiştina cihên dîrokî de xebatên berfireh hatine meşandin lê piştre xebat hatine sekinandin. Tê îdîakirin ku Yaşar Aksoy û Burhanettîn Kocamaz xebatên kolandina xezîneyan bi hevre dimeşandin. Piştî Aksoy di Tîrmeha 2014'an de tayînî Midûryeta Polîsan a Navçeya Ardahanê hat kirin îstîfa kir û bal kêşe ku anîn Midûryeta Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsînê.