Derketina derve li 2 gund û 13 mezrayên Licê qedexe kirin

AMED – Walitiya Amedê, li 2 gund û 13 mezrayên navçeya Licêya Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlan kir.

Waliyê Amedê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku “qedexeya derketina kolanan” li ser 2 gund û 13 mezrayên navçeya Licê ya Amedê îlan kiriye. Li gundên Zengesor û Heşedere û li mezrayên Mehmedan, Mehmûdan, Kasan, Xiç, Mahmutlu, Lahasor, Dergî, Helezin, Silêmanan, Yenîyazi, Ballica, Mezra Eliyan û Evdirehmanan qedexe hat îlan kirin. Qedexeyê saet di 05.00’an dest pê kir û dê heta fermana duyemîn dewam bike.