Qedandina pêvajoyê bû sedema mirina 3 hezar kesî

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Krîza Navneteweyî destnîşan kir ku piştî pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin, heta niha 3 hezar mirovî jiyana xwe ji dest daye.

Koma Krîza Navneteweyî (ICG) li gelek qadên bi şer ên cîhanê lêkolînan pêk tîne, ICG'ê der barê pêvajoya çareseriyê ya di navbera Enqere û Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) de, raporek amade kir.

ICG'ê di rapora xwe de aşkera kir ku di 2 salên qedandina pêvajoy çareseriyê de, 2 hezar 981 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin ku "Tevgera bi qanûnî ya kurd ji bo merjînalbûnê dibe ku serî li şideta meşrû bide û tevlêbûna PKK'ê zêde bike." Di raporê de tê gotin ku ji bo ji nûve muzakere dest pê bikin, tekane rê qedandina pêvajoya şer e û wiha tê gotin: "Wer dixwiyê dê şidet di demeke kurt de bi dawî nebe."

Di dewama raporê de der barê windahiyên canî de jî agahî tên dayîn û ev nirxandin hat kirin: "Li gorî çavkaniyên analîzî yên vekirî, ji hêzên dewlet û hikumetê qasî hezar kes, ji milîtanên rêxistinê hezar 378 kes û ji welatiyên sivîl jî 408 kesan jiyana xwe ji dest daye."

HEKE TIRKIYE LI YPG’Ê BIDE DÊ ŞER ZÊDE BE

ICG'ê di rapora xwe de aşkera dike ku çekên ji bo operasyona Reqayê hatine dayîn, Enqereyê ditirsîne û ev tişt hat gotin: "Dema operasyona Reqayê bi dawî bibe, mudahîliya DYA'yê kêm bibe, an jî Tirkiye li bakurê Sûriyeyê li YPG'ê bixe, dê şer kûr bibe."

Di berdewama raporê de daxuyaniyên Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) jî tên bibîrxistin û tê gotin ku di 6'ê Hezîranê de TAK'ê daxuyaniyek daye û aşkera kiriye ku dê li cihên tûrîzmê û bajarên Tirkiyeyê çalakiyan pêk bîne û dibe ku şideta li welat zêde bibe.