Warê wan cuda ye lê çîrok yek e

ÊLIH- Erdnîgarî cuda bin jî çîrok yek in. Êş û jana du malbatên penaber ên koçî Êlihê bûne dişibin hev. Malbatek ji bajarê Efrînê malbata din jî ji navçeya Nisêbînê neçarî koçkirinê bûne.

Rayedarên Tirkiye diyar dikin ku 3 milyon koçber li Tirkiye dijîn. Her penaberek ji bajar û erdnîgariyekê hatin Tirkiye. Nêviyê penaberan li Kampê AFAD'ê û nêvî jî bi derfetên xwe li nava bajar û navçeyan dijîn. Yek ji bajarê herî zêde koçber wergirtiye Êlih e. Li nava bajarê Êlihê nêzî 20 hezar penaber dijîn. Hin ji Rojava, hin ji bajarên Mêrdîn û derdorê din hatin li vir bi cih bûne. Welatiyên ji ber şer koç bûn û hatin li vir bi cih bûn, di xaniyên holik de dijîn. Malbata Osman Alî Muhammed a ji 12 kesan pêk tê û 5 sal berê ji Efrînê hatin Êlihê bicih bûn, heta niha tu alîkariya dewletê negihiştiye destê wan. Malbata Muhammed li taxa Cudî ya Êlihê bi derfetên xwe xaniyekî holik ava kirin. Di xaniyê 2 ode de 12 kes dijîn. Malbata ku tu hatina wan tune bi piraniya rojan birçî dijîn. Osman Alî Muhammed (45), tevî 12 zarokên xwe li xaniyê 2 ode di nava tunebûnê de dijî. Gelek rojan birçî radizên. Bi alîkariya cîranan dijîn.

'LI SÛRÎ ŞER HEYE LI VIR BIRÇÎBÛN HEYE'

Osman Alî ku li Efrînê qezaya kar birîndar bû, ji piyê xwe birîndar e û nikare kar bike. Osman Alî, diyar kir ku li Sûriye şer hebû li vir jî xizanî û birçîbîun heye û wiha got: "Ji ber kar tune û pere tune nikarin biçin nexweşxaneyê. Heta niha tu kesan alîkarî neda min. Ez dixwazim vegerim warê xwe. Min pir pêriya axa xwe kiriye. Li welatê me şer heye li vir birçîbûn heye. Em li vir rastî cudahiya rayedarên dewletê tên. Li vir 3 milyon peraberên Sûriye hene hemû di nava xizanî û zahmetiyên mezin de dijîn."

Ji malbata Muhammed Ayşe Gulin Şexo jî anî ziman ku li vir di nava zor û zahmetiyan de dijîn û dixwazin vegerin warê xwe. Şexo anî ziman ku kes li vir li halê wan napirse û di nava tunebûnê de dijin û wiha got: "Zivistan hat lê em di nava sermayê de dijîn. Sir û serma heye. Em nikarin xwe germ bikin. Xwarin tune em perîşan in. Em dixwazin li axa xwe vegerin."

'DEWLETÊ XANIYÊ ME XERA KIR'

Yek ji malbatên koçber jî malbata Halise Yildiz a ji Nisêbîna Mêrdîn ji ber şerê dewletê koçî Êlihê bûye ye. Malbata Yildiz, 6 meh berê ji Nisêbînê koçî taxa Bahçelievlerê ya Êlihê bûn. Malbata Yildiz jî bi derfetên xwe li vir bi cih bûn tevî 6 zarokên xwe di nava tunebûnê de dijîn. Yildiz, anî ziman ku li Nisêbînê xaniyê wan hebû û dewletê xaniyê wan xera kir û wiha got: "Piştî dewletê xaniyê me xera kir ez hatim li Êlihê bi cih bûm. Alîkariya komirê ji min re hat kirin, lê soba min tune. Ji ber vê yekê komir tu fêdeyê nade min. Zarokên min li Nisêbînê diçin dibistanê û ez li vir im. Hevserê min nexweş e.

'KOMIR HEYE SOBE TUNE'

Yildiz destnîşan kir ku piştî dewletê xaniyê wan xera kir koçî Êlihê bûn û wiha got: "Min zarokên xwe li cem xizmên wan hiştim û ez hatim. Min got kengğî min kar peyda kir ez dê zarokên xwe jî bînim cem xwe. Lê hêj ez betal im. Ez mehê 200 TL didim kiraya xanî. Li malê tu tişt tune. Xanî sar e. Komir heye, lê sobe tune ye. Ez li kar digerim, lê kar nabînim. Kengi min kar dît ez dê zarokên xwe bînim cem xwe."