STENBOL – Malbata Rêberê PKK Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişka Rêberê PKK Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin, bi hevkariya parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li cem Ocalan dimînin jî serlêdana hevdîtinê kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan bi hevkariya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.