Hevdîtina parêzeran hat bisînorkirin

EDÎRNE – Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê giştînameya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat weşandin ket meriyetê û sînorkirina hevdîtina bi girtiyan re danî ser parêzeran.


Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) bi Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ku hat derxstin li girtîgehan li ser girtiyan gelek binpêkirina mafan pêk tên û zêde dibin. Wezareta Dadê giştînameyekê weşand û hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re sînor kir.

ROJ Û SAET HAT SÎNORKIRIN

Giştîname li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ket meriyetê. Li gorî giştînameyê dê parêzer tenê dikaribin di hefteyê de du roj û saetên diyarkirî hevdîtinê pêk bînin. Mecbûriyeta beriya parêzer biçin girtîgehê divê li rêveberiya girtîgehê bigerin jî danîn pêşiya wan.

Li gorî biryara vê giştînameyê parêzer li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dikarin rojên duşem û çarşemê bi muwekîlên xwe re hevdîn bikin. Rojên sêşem û pêncşemê jî dikarin bi girtiyên li bloka B1 û B2’an hevdîtinê pêk bînin. Roja înê jî dikarin bi girtiyên bloka C re hevdîtin bikin.