Kesên li dijî cilên yek reng li ber xwe dan: Armanc ne 'FETO, girtiyên siyasî ne

STENBOL - Mexdûrên derbeya 12'ê Îlonê bertek nîşanî nîqaşên der barê cilên yek reng ên li ser girtiyan ferz dikin dan û ev tişt gotin: "Erdogan bi ferzkirina cilên yek reng, dixwaze li gorî xwe teslîm bigire. Bi hinceta FETO'yê dixwazin nasnameya me ya siyasî ji holê rakin. Ev pêkanîna li dijî mirovhiyê ye."

Serokamar Recep Tayyîp Erdogan di salvegera derbeya 15'ê Tîrmehê de axivî û wiha got: "Dema kesên ji FETO'yê derdixin dadgehê, bila wekî Guantanamoyê wan bi cilên yek rengî derxin." Vê axaftina Erdogan, pêkanînên 1'ê Çîleya 1984'an a ku pêkanîna cilên yek rengî li ser girtiyan ferzdikir anî bîra yara giştî. Seyfettîn Genç û Ramazan Nas ên piştî derbeya 1982'yan hatine girtin, der barê pêkanînên wê demê de axivîn.

Genç di meha tabaxê ya 1980'yan de ji doza PKK'ê tê girtin, da zanîn ku cilên yek reng berî 84'an di dewrê de bûne, lê di 84'an de di pêkanînê de bûye. Genç aşkera kir ku cilên yek reng, di 12'ê Îlonê re, li ser girtiyên siyasî hatiye ferzkirin û wiha axivî: "Bi fermî di çileya 84'an de ket pratîkê. Lê li Amedê berê jî ev li ser me ferz dikirin. Dadgeha meya yekemîn di 82'yan de dest pê kir. Dema leşkeran em dibirin dadgehê, qapûtê reş li me dikirin, dest û lingên me kelepçe dikirin, em bi piştê ve bi hev ve girê didan û dibirin dadgehê."

'EŞOFMAN LI ME DIKIRIN'

Genç piştrast kir ku kesên qapûtê reş li xwe nekira ew dernedixistin dadgehê û îşkence li wan dikirin û wiha got: "Li koxûşan û li qadên di bin navê perwerdeyê de îşkence dihatin kirin, eşofmanên ku xetên xwe yên spî heyî li girtiyan dikirin." Genç got ku "Em li dijî cilên yek rengî ketin greva birçîbûnê" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema di 84'an de ev pêkanîn xistin dewrê, ez li Girtîgeha Erziromê bû. Em bi komên 3-4 kes bûn û qasî 40-50 leşkerî em dibirin û îşkence li me dikirin. Di sermaya Erziromê de ava cemidî li me dikirin. Cilên me tev diçêrandin û bi gotinên wekî 'Tu xwe dikî, an li xwe nakî?' gef li me dixwarin."

Genç da zanîn ku wan li dijî vê pêkanînê dest bi greva birçîbûnê kiriye û destnîşan kir ku ji doza Devrîmcî Sol û TÎKB'ê Abdullah Meral, Haydar Başbag, Fatîh Oktulmuş û Hasan Telcî di 11'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane. Genç anî ziman ku ji ber berxwedana girtiyan, di sala 1988'an de ev pêkanîn ji holê hatiye rakirin û wiha pê de çû: "Di bin navê FETO'yê de dîsa anîn rojevê, bi rûmeta mirovan dileyzin. Armanc girtiyên siyasî ne, ne FETO ye." Genç derbirî ku bi vê pêkanînê dîsa welat vegeryaye serdema 12'ê Îlonê.

‘KINÇÊN JI DERVE DIHATIN, DIÇÊRANDIN'

Ramazan Nas ê ku di sala 1981’an li Girtîha Hêjmara 5 a Amedê girtî bû jî diyar kir ku mirovên wê demê pir îşkence dîtin û wiha axivî: “Li girtîgehan mirovên lîder hatin tecrîtkirin. Rastî îşkekceyên giran dihatin. Li ser girtiyan xwendina merşên Îstîklalê, yên leşkerî, netewperest û faşîzane dihatin ferzkirin. Hemû kesên ku dihatin girtin an gundî, yan jî ji nava zeviyên xwe hatibûn girtin. Piraniya girtiyan xwendin û nivîsandin ne dizanîn. Li ser wan xwendin û ezber kirina sirûd û pirtûkan dihat ferzkirin. Ji ber ku wan jî ne dikarî vê yekê pêk baniya, hîn zêdetir rastî îşkenceyê dihatin.”

Nas anî ziman ku bi xwendina sirûdê dixwestin mirovan teslîm bigirin û wiha got: “Li gel vê yekê xarin û av nedidan, pêdiviyên destavê asteng dikirin û heya mudexeleyê xewa mirovan dikirin. Ev polîtîkayên teslim girtin û hezm kirinê bûn. Gelek ji me di ferqa vê yekê de bûn. Pişt re mudaxeleyê kinçên me kirin. Gotin ku ‘Dê hemû kes eşofman li xwe bike.’ Li Amedê di mijara li xwe kirina eşofmanan, di esasê xwe de amadekariya kinçên yek tîp bû. Rêveberiya girtîgehê bi xwe eşofman anîn û firotin girtiyan û bi hemû kesî da kirîn. Gotin ‘ka bila kesek nekire.’ Di esasê xwe de ev nêzîkatî ferzkirina yek reng bû. Kincên ku ji der ve dihatin, hemû diqatandin û wisan didan me.”

‘VÎN TESLÎM NEGIRTIN’

Nas da zanîn ku gardiyayên îşkece pêş dixwistin, dişandin odeya Hêjmara 35’an û wiha pê de çû: “Ji bo xelat girtinê ev yek dikirin. Ji ber ku kadroyên lîder li 35’an bûn. Dixwestin îşkenceya giran li wir pêk bînin. Piştre pêkanîna qapûtan xistin dewrê. Dema em diçûn dadgehê qapûtên reş li me dikirin. Dizanîbûn ku hevalên odeya 35’an li dijî qapûtên reş in. Pişte derbasî kincên yek tîp bûn. Li dijî vê girtiyan kincên gerîlayan li xwe dikirin.

Nas destnîşan kir ku bi van pêkanînan dixwestin girtiyan teslîm bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan bi pêkanînên li xwe kirina kincên yek rengî dixwaze girtiyan teslîm bigre. Ev di demên derbasbûyî de hat ceribandin, lê girtiyan ev berovajî kir. Li Girtîgeha Amedê girtiyan kincên ku xwestin li xwe kirin. Dixwazin vê pêkanînê li ser ‘FETO’yan bi kar bînin, lê armanc ew e bênasnamekirina girtiyên siyasî ye. Li ser mirovên ji xwe cuda dibîne, dixwaze bêje ‘Ezê kinc û rengê te diyar dikim.’”