RIHA - Kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ku hikumetê wekî hinceta qedandina pêvajoya çareseriyê da nîşan, kesê îxbar kir û dadger ji FETO'yê girtî ne, hêj li dozger digerin. Li cihê bûyerê şopên tiliyên hin polîsan hatin dîtin, li bendê ye dozgerê 5'emîn mutalayê bide. Parêzer Huseyîn Akay aşkera kir ku kesên girtî, der barê wan de tu delîlek li holê tune.
Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, polîsên bi navê Feyyaz Yumuşak û Okan Acar hatibûn kuştin û hikumeta AKP'ê kuştina polîsan kir hincet û pêvajoya çareseriyê bi dawî kir.
KESÊ ÎXBAR KIR, DOZGER Û DADGER FETO'YÎ DERKETIN
4 kesên li kêleka daîreya polîsan mal kirê kiribû û li ser "îxbarê" 5 kesên hatin binçavkirin, ji wan 7 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin 3 ji wan di 18'ê Çileyê de serbest hatin berdan, 4 kes hêj girtî ne.
T.B. yê ku bi rêya telofonê îxbar kiribû, birayê wî Ramazan B. li Rihayê di lêpirsîna 'FETO'yê de hat girtin. Birayê T.B. yê bi navê Mîthat B. jî di çarçoveya lêpirsîna koordînatorê 'FETO'yê de li Rihayê lêgerîna wî dewam dike. Dozgerê dozê yê yekemî Mehmet Kivanç Kilsizoglu destpêkê ji hêla Wezareta Edaletê ve tê terfîkirin, piştre der barê wî de lêgerîna 'FETO'yê derdixin; dadgerê bi navê Nurettîn Bulut ê biryara girtinê derdixe, ji 'FETO'yê girtî ye.
DOZGERÊ 5’EMÎN HAT TAYÎNKIRIN
Doza ku Hasan Aydin, Sedat Aydin, Mehmet Nacî Yilmaz û Huseyîn Aydin jê girtî ne, heta niha 5 dozgerên wê hatin guhertin. Dozgerê ku nû hatiye tayînkirin, li bendê ye ku di 4'ê Tebaxê de mutalaya xwe bide.
LI MALÊ ŞOPÊN TILIYÊ POLÎSAN DERKET
Kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin, li malê şopên tiliyên wan derneket, şopên tiliyên 2 polîsan hatin tespîtkirin. Dîsa şopên tiliyên 10 kesên nayên zanîn hatine dîtin. Di rûniştina doza 5'ê Nîsanê de derket holê ku şopên 4 tiliyan aydê polîsê bi navê Burak Koru ye. Her çendî di sala 2015'an de tespîtên der barê Koru de hatine kirin jî, ev agahî nû xistine dosyayê û ev jî gelekî balkêş e.
Piştî kuştina polîsan, 3 roj şûn de Burak Koru wekî hevalê polîsan îfadeya wî tê girtin, Koru di îfadeya xwe de aşkera dike ku ew qet neçûye mala polîsan. Polîsê bi navê E. yê wekî şahid hatiye guhdarkirin, diyar dike roja bûyerê saet di 10.05'an de hevalên wî li wî geriya ne û gotine ku "Bi lez bê mala Okanan" û wiha axivî: "Ez jî bi lez û bez derketim derve, dema ez li ber mala xwe bûm, dikandarê di bin mala me de ji min re got ku hevalên te întixar kirine. Pişt re ez bi ekîba trafîkê re çûm herêmê, min dît ku hevalên min şehîd ketine."
Hevalê E. yê malê M. jî bûyerê wiha tîne ziman: "Divê saeta meya kar di 09.00'an de dest pê bike, hevalê min ê memûr E. wê sibehê saet di 08.45'an de bi telaşî hat ber malê, dema min pirsî çi bûye, got ku 'Rihemetiyê Okan û Feyyaz întixar kirine.'" Polîsê 3'yemîn M. ê ku hevlê du polîsan e jî ev îfade daye: "Roja bûyerê saet di 07.30'an de ez ji destûra xwe ya salê dihatim Serêkaniyê. Heman rojê saet di 10.00'an de hevalê min E. ji min re got 'Tiştek hatiye serê kekê Feyyaz û Okan' û em bi lez derketin malê." M., aşkera dike ku wî û Feyyaz Yumuşak cara yekemîn di Remezanê de xarina fitarê xwarine. Lê şahidê bi navê A. yê ku îfadeya wî hatiye girtin, dibêje ku wî di 21'ê Tîrmeha 2015'an de dema ew bi Okan Acar re diçûn salona werzîşê, ew dîtine.
Parêzerê dozê Huseyîn Akay piştrast kir ku der barê kesên girtî de tu delîleke şênber tune û wiha axivî: "7 kesên di çarçoveya îdianameyê de hatin girtin, tê gotin ku 3 kesan ji bo înfazê pêk bînin li gel daîreya polîsan mal kirê kirine, lê bi berdana wan sê kesan re îdianame têk çûye."