Nûçegihanê me Alayumat û Akman 9 rojin dibin çavan dene

HATAY – Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman ku 9 rojin li midûriyeta polîsan a Hatayê tên ragirtin û bendêne ku kamera û wênekêşa wan bê lêkolîn kirin.

Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman, ku li Îslahiye ya Dîlokê nûçe dişopandin, hatin binçavkirin 9 rojin di bin çavan de tên ragirtin. Akman û Alayumat piştî li Îslahiye hatin binçavkirin ew bi hinca meteryalên rojnamegeriyê yên kamera û wenekêşan dê bên “Lêkolîn kirin” şandin Midûriyeta polîsan a Hatayê.

Alayumat bi rêya xizim û malbata xwe ragihandibû ku di wênekêş û kamerayan wan de ji bilî dîmen û wêneyên nûçeyan tiştekî din tuned û tenê ji ber xebatên rojnamegeriyê di bin çavan de tên girtin.

Parêzên nûçegihanên me Suphî Zarîf jî diyar kir ku ji ber OHAL’ê pêvajoya binçavkirina heya 15 rojan dibe ku bê dirêj kirin û wiha got: “Hîna îfadeya wan a li Midûryeta Polîsan nehatiye girtin. Ger îro jî îfadeya wan neyê girtin, dê binçavkirina wan heya roja Şemî yan jî Sêşemê bidome.”


ROJNAMEGER ZEKÎ ERDEM 11 ROJIN DI BIN ÇAVAN DE YE


Rojnameger Zekî Erdem 11 roj û Mehmet Emîn Yilmaz jî 9 rojin li Rihayê di bin çavan de tên girtin.