REQQA – Lejvan Paramaz Munzur yê Dêrsimî ku ji Ewropayê berê xwe da Rojava; di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire. Paramaz Munzur wiha got: “Em ê Reqqayê ji nû ve bikin bajarê gelan.”
Operasyona “Cenga Mezin” a ku bi pêşengiya QSD’ê bi boneya rizgarkirina Reqqayê hat destpêkirin di roja 46’emîn dewam dike. QSD’ê eniyên rojava, rojhilat û başûr dorpêç kir û li van eniyan di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewime. Şervanê bi eslê xwe ermenî Lejvan Paramaz Munzur (30) li Elmanya tê dinê û mezin dibe. Paramaz Munzur ê ku ji ermeniyên Dêrsimê ye beriya 10 mehan berê xwe dide Rojava û di nav refên şervanan de cih digire. Munzur got ku ew li ser navê gelan li dijî çeteyan şer dike.
XWE PÊŞNIYARÎ REQQAYÊ KIR
Munzur destnîşan kir ku ew 7 salan li Elmanya li maleke aramiyê hemşîretiyê dike û pişt re jî tevlî şoreşê dibe. Munzur got ku ew bi elmanî, tirkî û kurdî dizane biaxive. Munzur bal kişand ser nasnameya xwe ya ermenîbûnê û ji bo ew li dijî DAIŞ’ê şer bike ketiye ser rêya Rojava. Munzur da zanîn ku piştî wî perwerdehiya leşkerî ûy siyasî xelas kir bi dildarî di nav operasyona Reqqayê de cih girtiye.
‘EZ NIKARIBÛM BIBIM TEMAŞEVANÊ ZILMÊ’
Munzur diyar kir ku kapîtalîzma Ewropayê mirovan dike wek mekanîkbûnê û wiha got: “Min nikaribû temaşeyî komkujiya li ser mirovan, qirkirin û zilmê bikim. Êdî ji ber vê zilmê ez tevlî şoreşê bûm. Ez zarokem malbata ermeniyên ji Dêrsimê me. Di serî de gelê kurd hemû gelên li vir bi qirkirinan re rû bi rû man. Di nav van de ermenî û xirîstiyan jî hene. Ji bo ez tola komkujiya li ser gelan hat meşandin hildim şer dikim.”
‘EM Ê CAREK DIN BIKIN BAJARÊ GELAN’
Munzur gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas gel bi pêkanînên rejîma Baas re mabe jî lê gelan di nav xwe de girêdanek çêkir. DAIŞ hat van deveran û vê yekîtiyê qetand. Gelan sirgun kir. Gelekan jî di qirkirinê re derbas kir. Li Reqqayê li gel ereb û kurdan, suryanî, emrenî û xirîstiyan jî jiyan dikirin. Di serî de dêr gelek îbadetxane hebûn. Min jî xwest ez wek nûnerek ermeniyan din av vê berxwedanê de cih bigirim. Em vir azad bikin û carek din bikin bajarê gelan.”
Nazim Daştan – dihaber