Cezayê kujer bi hinceta ‘Rewşa baş’ daxistin

WAN – Di 7’emîn rûniştina doza Nîhat Ozîster ê Dîlek Ozîster qetir kir de, biryar hat dayîn. Ji ber ‘Rewşa baş’ cezayê kujer Ozîster ji muebeta giran daxistin muebetê.

Li Wanê 7’emîn rûniştina doza Nîhat Ozîster ê ku di sala 2014’an de, Dîlek Ozîster a 32 salî qetil kir, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di doza ku 3 sale didome de biryar hat dayîn. Ozîster ê der barê wî de cezayê muebeta giran dihat xwestin, ji ber ‘Rewşa baş’ cezayê wî ji muebeta giran daxistin muebetê. Malbat û parêzerê Ozîster, Aktivîstên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi Biryarên di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin, beşderî rûniştina dozê bûn.

Bersûc Ozîster di parastina xwe de li gel ku rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘Hişê wî li serê wî ye’ amade bû de jî, hincetên weke “Ez tehrîk bûm, hişê min ne li serê min bû” nîşan da. Dayika Dîlek Ozîster Ayten Ozîster bertek nîşan da û wiha axivî: “Ev zilam 3 sale beyî ku şerim bike, heqaretan li keça min dike. Ez êdî bêzar bûme, ezê bimirin, lê edaletê nabînim. Keça min jina herî bi şeref a cîhanê û xwedî dilek pir xweşik bû. Bila bes dilê me xwîn bikin. Ev kuştina bi aşkera, êdî bila bê ceza kirin. Agahiyê hemû malbatê ji tundiya li ser keça min heye. Hemû kes bê deng bûn. Bi awayekê vekirî keça min hat kuştin. Êdî dixwazim bersûc cezayê heq dike, lê bê birîn.”

Piştî parastinan, navber hat dayîn. Dûre heyetê bi hinceta "Rewşa baş û bi sucdariya “Bi zanebûn mirov kuştin” cezayê muebeta giran daxist muebetê.