REQA - Fermandariya Odeya Çalakiya Xezeba Firatê, diyar kir ku pêngva duyemîn a operasyonê destpêkiriye, armanca wan ew e ku bakurê bajar rizgar bikin û dorpêçkirina bajare.
Fermandariya Odeya Çalakiya Xezeba Firatê, operasyona rizgarkirina Reqayê ku di 5'ê Cotmehê dabûn destpêkirin û pêngava yekemîn di 14'ê Mijdarê de bidawî kirin, pengava duyemîn a operasyonê li gundê Qadriye ya girêdayî Teşrînê dan destpê kirin. Di merheleya yekemîn de hêzê, 40 gund û 20 mezra ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û dê di pêngava duyemîn de jî ber bi bakurê Reqayê ve pêşde biçin. Ligel hêzên nû dê bi sedan kesên ji Reqayê jî tevlî operasyonê bibin û tê armanckirin ku bajar bê dorpêçkirin.
HÊZÊN NÛ TEVLÎ BÛN
Di pêngava duyemîn a oprasyonê ku dê ji gundê Qadriye ya girêdayî Teşrînê de hêzên Swar El Raqqa, Şuheda El Raqqa, Ehrar El Raqqa, Suwar Til Ebyad, Lîwa El Tehrîr, Ketîp Şuheda El Firat, Ketîp Şehîd El Cimo, QSD, YPG/YPJ, Meclîsa Leşjerî ya Dêre Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad û Suwar El Raqqa cih digirin. Hêzên ku ji Erep, Kurd, Suryanî û walatiyên Reqayê yên ji DAIŞ'ê rizgar bûne, ji bo bajar ji DAIŞ'ê bê rizgarkirin dorpêçkirinê pêş dibînin.
Ligel hêzên di pêngava yekemîn de, operasyona ku pêngava wê ya duyemîn destpê dike dê hêzên nû yên wekî Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad û Suwar El Rakka cihê xwe di operasyonê de bigirin.
500 CIWANÊN REQAYÊ YÊN JI DAIŞ'Ê HATIN RIZGARKIRIN TEVLÎ BÛN
Operasyona ku ji bo hemû welatiyên li Reqa û derdora wê bû dilxweşiyek mezin, 500 ciwanên ku ji DAIŞ'ê rizgar bûne û hatine rizgarkirin cihê xwe din ava operasyonê de girtin.
Operasyona ku ji bo Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Rojava pêngavek girînge dê gotin dê pêngav derî li pêşveçûnên nû vebike. Ji bo Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku qada jiyana hevbeş a gelên herêmê ye rizgarkirina Reqayê dê bêhnek mezin li gelê herêmê bide vekirin.