Tê payin rojnameger Erden û Yilmaz derxinîn edliyê

RIHA – Tê payîn ku rojnameger Zekî Erden û Mehmet Emîn Yilmaz ku 11 rojin di bin çavan de ne dawiya hefteyê sewqî edliyê bikin.

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Zekî Erden, di 11'ê Tirmehê de dema ji Edeneyê diçû Amedê, li ser rêya Siwêreg û Amedê hat binçavkirin. Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Mehmet Emîn Yilmaz jî di 13’ê tîrmehê de li navçeya Pirsûsa Rihayê hatibû binçavkirin. Yilmaz jî li heman spora salonê tê ragirtin. Parêzerê rojnamegeran Mîkaîl Yavuz diyar kir ku li ser dosya wan biryara veşartî heye û hîna îfadeyên wan ê li midûryetê nehatine girtin. Yavuz da zanîn ku ji ber vê yekê ew nizanîn rojnameger ka bi çê tên sûcdar kirin û li bendê ne di dawiya hefteyê de, sewqî edliyê bên kirin.