ÎHD: Bi OHAL'ê re azadî gelek bi paş ve çû

STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û da zanîn ku bi OHAL'ê re azadî û maf bi paşve çûne.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, aşkera kir ku bi derbeya 15'ê Tîrmehê re û bi îlankirina OHAL'ê re, zext û şidet gelekî zêde bûye. Daxuyaniya li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê hat dayîn de, pankarta "OHAL kes salekê" hat daliqandin, gelek endamên Komîsyona Girtîgehan jî beşdarî civînê bûn.

Parêzer Huseyîn Bogatekîn, da zanîn ku wan li girtîgehan binpêkirinên mafan di cih de şopandiye û wiha axivî: "Ev zext ji xwe hebûn. Lê rêjeya di sala 2016'an de, bi rastî jî em xistin nav fikaran." Bogatekîn got ku her ferdekî/e li derve endamekî/e girtîgehê ye û wiha pê de çû: "Ji ber wê jî rewşa li girtîgehan hemû civakê eleqededar dike. Divê em bibin guh û çavên girtîgehan. An dê rojên gelek xirab li benda me bin."

‘AZADÎ PAŞVE ÇÛ’

Piştre parêzer Zeynep Ceren Boztoprak daxuyanî xwend û da zanîn ku piştî di sala 1987'an de mafê tekakesî yê serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye naskirin, di warê maf û edaletê de hin pêşketin derketine holê û wiha axivî: "Her çendî di warê krîterên Kopenhagê û dewleta hiqûqê de hin başbûn pêk hatibin jî lê hêj kêmasiyên wê berdewam dikin, gelek destkftî hatin bidestxistin. Lê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ya 2015'an û xirabûna pêvajoya çareseriyê, li Kurdistan û Tirkiyeyê şidet li pêş ke û maf û azadî bi paş ve çûn."