NAVENDA NUÇEYAN - Komeleya Rojnamegerên Hemdem rapora serdema OHAL'ê aşkere kir. ÇGD'ê di raporê de diyar kir ku di salek OHAL'ê de 318 rojnameger hatin binçavkirin û jê 103 rojnameger hatin giritn 404 xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin avêtin.
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), rapora meha nîsan, gulan û hezîran a 2017'an ya serdema OHAL'ê aşkere kir. ÇGD'ê di raporê de diyar kir ku di salek OHAL'ê de 318 rojnameger hatin binçavkirin û jê 103 rojnameger hatin giritn 404 xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin avêtin. ÇGD anî ziman ku di meha nîsan, gulan û heziranê de 2 jê biyanî 39 rojnameger hatin binçavkirin û jê 26 kes hatin girtin. Dîsa 39 doz hatin dîtin û 20 doz bi encam bûn. Di dozê de 15 rojnameger hatin cezakirin. 8 malperên înternetê hatin asteng kirin. 6 xebatkarên çapemeniyê rastî lêdanê hatin. Mala xebatkarekî çapemeniyê hat gulebarankirin û 89 xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin derxistin. ÇGD'ê destnîşan kir ku di serdema OHAL'ê de ji 318 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 103 rojnameger hatin girtin û rojnamegerekî jiyana xwe ji dest da. 2 malperên nûçeyan hatin girtin 25 malperên nûçeyan hatin astengkirin û 147 saziyên medya hatin girtin.