RIHA - Hevserokê Şaxa SES’ê yê Rihayê Reşat Dogan têkildarî nelirêtiyên di qada tenduristiyê de daxuyanî da û diyar kir ku hemşîreyên kar nakin wekî kar dikin tên nîşandan.
Şaxa SES’ê ya Rihayê têkildarî nelirêtiyên di qada tenduristiyê de li Şaxa SES’ê ya Rihayê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Rihayê Reşat Dogan diyar kir ku SES bi salane ji bo mafê kedkarên tenduristiyê tekoşînê didin û wiha got: "Kedkarên tenduristiyê her dem rastî zextan hatin. Her dem mafê wan hat binpêkirin. Di qada tendursitiyê de nelirêtî heye. Wezareta Tenduristiyê kadroyên xwe bi cih dike û yên ne kadroyên wan be ji kar dûr dixin. Li Nexweşxaneya Nexweşiyên Jinan a Rihayê nelirêtî heye. Hemû rêveberên nexweşxaneyan endamên Saglik- Sen’ê ne. Em ji Ak Partiyê dipirsin ma gelo hemû serkeftin, liyakat li baxçeyê piştê yê AKP ne. Yên naxebitin wekî dixebitin didin nîşan. Em dê her dem li dijî nelirêtî û kadrobûna AKP'ê têbikoşin."