ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’a Îzmêrê diyar kir ku di meha Hezîranê de li herêma Egeyê 109 mafên mirovan hatin binpêkirin.
Şaxa Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora “Binpêkirinên mafan ên li herêma Egeyê ya Hezîran 2017’an” bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Rêveberê komeleyê Ahmet Çîçek berî rapor bê aşkera kirin axivî û diyar kir ku ev meh di warê bipêkirinên mafên mirovan de meke neyêniyê. Çiçek anî ziman ku 6 hevalên wan girtîne û wiha axivî: “Di heman demê Rêveberê Şaxa me ya Dêrsimê Ozgur Atiş jî hat girtin.”
Piştre Rêveberê ÎHD’ê Deîz Bayrak rapor aşkera kir û diyar kir ku li gorî rapora hat amade kirin di meha Hezîranê de li herêma Egeyê 109 bipêkirinên mafên mirovan jiyane.
KUŞTIN Û ÎSTÎSMAR KIRINÊN JINAN ZÊDE BÛN
Bayrak da zanîn ku operasyonên di meha hezîranê de li herêmê pêk hatin de, ji 60 kesên hatin binçav kirin, 7 jê hatin girtin. Bayrak des nîşan kir ku di meha hezîranê de 3 jin hatin kuştin û wiha got: “6 Jin rastî tacîzê hatin. 3 jin jî hatin birîndar kirin. Di heman demê de 6 zarok rastî êrîşa zayendî hatin û 2 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man. Zarokê astentiya mejîi, rastî tecawizê hat. Hêjmara penaberên xwestin biçin derveyî welet derket 719’an. Di nava vê mehê de jî penaberekê jiyana xwe ji dest da.”
9 KARKER MIRIN
Bayrak aşkera kir ku mirinên karkeran her meh zêde dibin û wiha bilêv kir: “Di meha hezîranê de 9 karkeran jiyana xwe ji dest da û 94 karker jî ji kar hatin avêtin. Karkerê ku nekarî heqdestê xwe bigre, xwet întîhar bike û 12 karker jî ji kar hatin dûr xistin.
LI GIRTÎGHAN 54 BINPÊKIRINÊN MAFAN
Bayrak bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêmê û wiha pê de çû: “Li girtîgehên herêma Egeyê 17 girtî ji ber xûrekê jehrî bûn. Mafê kesekê yê dan û standinê, asteng kirin. Lêgerîna tazî li ser 17 girtiyan ferz kirin. 17 girt rastî derban hatin û nehiştin girtiyek tevli merasîma cenazeyê keça xwe bibe.”
MAFÊ GEŞTÊ ASTENG KIRIN
Bayrak anî ziman ku li dijî leşkaran jî di meha hezîranê de binpêkirinên mafan çêbû û wiha bi dawî kir: “69 leşkeên ku ji ber xûrekê jehrî bûn rakirin nexweşxanê. Li dibistan dayikê 49 zarok bi jehrî ketin. Mafê geşta HDP’iyan hat asteng kirin.”