Di 6 mehan de 12 hezar 503 binpêkirinên mafan qewimîn

AMED – ÎHD'a Amedê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên demên dawî û aşkera kir ku di 6 mehên dawî de 12 hezar 503 binpêkirinên mafan derketine holê û hat gotin ku divê OHAL'a ku bûye sedem bê rakirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi raporekê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên 6 mehê 2017'an. Civîna ku li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin de, Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku sala çûyî li welat derbeyek pêk hatiye, divê li dijî derbeya leşkerî têkoşîn bê dayîn. Bîlîcî destnîşan kir ku divê li dijî derbeya leşkerî jiyana civakî û hiqûq bê parastin.

Bîlîcî anî ziman ku piştî derbeya leşkerî, OHAL'a ku hatiye îlankirin, bandoreke gelek xirab li ser heq, hiqûq û demokrasiyê kiriye û wiha axivî: "Di bin navê 'Têkoşîna bi terorê' re, polîtîkaya şidetê hat bipêşxistin, di polîtîkaya derve de, Tirkiye bê îstikrar maye. Di 6 mehên sala 2017'an de li herêmê gelek binpêkirinên mafan rû dan, bi îlankirina KHK'an re, azadiya remanî, azadiya çapemeniyê, aborî û civakî hatiye derbên giran xwarin e."

'GIRTIN Û BINÇAVKIRIN DIDOMIN'

Bîlîcî piştrast kir ku bi hezaran karkerên cemaweriyê û akademîsyen hatine îxrackirin, hêj 170 rojnameger û xebatkarên çapenemiyê di girtîgehê de ne û qasî 200 ji ber xebatên xwe tên darizandin û wiha pê de çû: "Walî û qaymeqamên li bajarên wekî Wan, Amed, Riha û Êlihê hemû daxuyanî û çalakiyên li derve qedexekiriye, ev hemû bi hincetên 'ewlehiyê' hatine qedexekirin. Polîsan bi dijwarî êrîşê çalakiyên li derve kirin û gelek welatî binçav kirin." Bîlîcî da zanîn ku hêj 11 wekîlên HDP'ê û wekîlekî CHP'ê di girtîgehê de ye, beşa zêde şaredariyên DBP'ê, gelek şaredarî qeyûm hatine tayînkirin û wiha pê de çû: "Ji 103 şaredariyên DBP'ê, 86 ji wan qeyûm hatiye tayînkirin, 85 hevşaredar di girtîgehê de ne."

ÎŞKENCE ZÊDE BÛ

Bîlîcî destnîşan kir ku ji ber qedexeya derketina derve û li çoltarê, gelek binpêkirinên mafan pêk hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îdiayên wekî dê gunda vala bikin hatine rojevê û welatiyan mexdûrê koça bi darê zorê dikin." Bîlîcî bal kişand ser rûxandina gorên gerîlayên PKK'ê jî û aşkera kir ku di vê demê de hêzên dewletê gelek gorên milîtanên PKK'ê rûxandine û wiha axivî: "Di bin çavan de û li herêmên cuda îşkence û muameleya xirab gelekî zêde bûye. Îşkenceya sîstematîk dewam dike, dîsa cihekî binpêkirinên mafan lê zêde ne, gitîgeh in."

TUNDIYA LI DIJÎ ZAROK Û JINAN DIDOME

Bîlîcî anî ziman ku tundiya li dijî jin û zarokan di 6 mehen destpêkê yên 2017'an de jî berdewam kirin. Bilici, anî ziman tevî tundiyê di leylî û dibistanan de jî zarok rastî tacîz û îstîsmara zayendî hatin. Bîlîcî, anî ziman ku di encama lêxistina maşîneyên zirxî ya zarok û welatiyan de jî mirov birîndar bûn û hatin kuştin. Bîlîcî bal kişand ser bûyerên bi maşîneyên zirxî yên 6 mehên 2017'an û wiha got: "Di lêxistina maşîneyên zirxî yên polîsan de 4 jê zarok 12 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 20 kesan birîndar bûn. Bîlîcî, xwest demek berî demekê îhlala mafên mirovan bi dawî bibe û wiha got: "Em dixwazin demek berî demekê OHAL bi dawî bibe. Divê disa pêvajoya çareseriyê dest pê bike û tundî, kuştin û binpêkirin bi dawî bibe. Bêyî cudakariya ziman, bawerî, nijad, zayend û rengan bê kirin mafê jiyanê ji bo her kesî pîroz e û divê bê parastin.

12 HEZAR Û 503 MAFÊN MIROVAN BINPÊ BÛ

Binpêkirina mafên mirovan a 6 mehan wiha ye:

12 hezar û 503 mafên mirovan hatin îhlalkirin.
* Di 6 mehan de di teqînan de 459 kesan jiyana xwe ji dest da. 326 kes birîndar bûn.

* 27 jinan di encama tundiya nava malbat û civakê de jiyana xwe ji dest dan. 5 jin rastî îstîsmara zayendî hatin.
* 355 kes rastî îşkenceyê hatin.
*134 îhlalên mafên mirovan pêk hatin.
* Li girtîgehan 918 mafên mirovan hatin binpêkirin.