ÎHD: Di salek OHAL’ê de li Wanê 5 hezar û 934 maf hatin binpêkirin

WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê rapora binpêkirina mafên mirovan a serdema OHAL'ê aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku di salekê de li Wanê 5 hezar û 934 mafên mirovan hatine binpêkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê rapora mafên mirovan a salek sedema OHA'ê bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Li salonê dowîzên “Bila rojnameger bên berdan", “Bila OHAL rabe", "Mirov bi mafê xwe mirov e" vekirin. Endam û rêveberên DBP, HDP û ÎHD'ê tev li civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet, OHAL rexne kir û diyar kir ku pêdiviya Tirkiye ne ji OHAL'ê ji pergalek demokratîk heye.

Piştre rêvebera ÎHD'ê Ozlem Altun rapor xwend û wiha got:

“* Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê OHAL ji bo 3 mehan hat îlan kirin û piştre heta niha hat dirêjkirin. Darbekaran 173 jê sivîl 246 kes kuştin. Zedeyî 2 hezar welatî birîndar bûn. Heta niha bi 26 KHK yan ên di serdema OHAL'ê de hatin îlankirin bi hezaran mirov hatin îxrackirin û mafê parastin, hiqûq ji deste wan hatin girtin.

Li girtîgehan 20 zext, 140 sewq, 7 mafê tenduristiyê, 1 mafê hevdîtinê, 8 tecrîd û îsolasyon û lêgerîna tazî pêk hatin.

Di vê pêvajoyê de 499 mal rastî serdegirtina polîsan hatin. Di serdegirtinê de 875 welatî hatin binçavkirin û jê 177 welatî hatin girtin. Parlamenter û hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat girtin û girtina wê didome. 12 hevşaredarên DBP'î ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin. Qanala Van TV Merkur TV Rojnameya Prestij hatin girtin. Nûçegîhanên DİHA Azadiya Welat û hatin girtin.

17 zarok rastî îstîsmarê hatin. 4 mamoste hatin girtin.

Bi giştî di salekê de 5 hezar û 934 mafên mirovan hatin binpêkirin.