Ozmen: Ronîkirina cînayeta Elçî peywira Wezareta Dadê ye

AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiya ji bo Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî de axivî û diyar kir ku ronîkirina qetilkirina her çiqas peywira wan e di heman demê de peywîra Wezareta Dadê ye.

Baroya Amedê, ji bo kûjerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê hat qetil kirin, bê dîtin çalakiya xwe di hefteya 86’an de li darxist. Çalakî li ber Edliyeya Amedê hat li dar xistin. Parêzerên bi cubeyên xwe tevli çalakiyê bûn, pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em te jibîr nakin” nivîsandî vekirin.

‘CÎNAYETÊN POLÎTÎK DESTHILATDARIYA SIYASÎ RONÎ DIK’

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 86 heftene li edaletê digerin. Ozmen da zanîn ku di vê pêvajoyê de wan bi hemû wezaretan re hevdîtin kirin û wiha got: “Lê ji bo cînayet bê aşkera kirin, tu hewldana rêveberan tuneye. Dadgeha Bilind hemû cînayetên polîtîk ronî dike, encex divê bi vîna siyasî cînayet bê ronîkirin. Lê desthilatdariya siyasî ya heyî peywira xwe bi cih nayîne.”

‘WEZÎRÊ NÛ BILA CÎNAYETÊ RONÎ BIKE’

Ozman bang li Wezareta Dadê Abdulhamît Gul ê nû kir û ev tişt got: “Ji ber ku Gul jî parêzere em jê dixwazin ku derbarê ronîkirina cînayetê de gav biavêje. Ronî kirina cînayetê her çiqas peywira me ye, ewqas jî peywira Wezareta Dadê ye.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.