AMED - Qeyûm Cûnalî Atîlla yê bi tevdîrên ewlehiyê yên awarte tê parastin, rêveberiya şaredariya ya heyî tasfiye kir û ji xizm û hembajariyên xwe rêveberiya xwe yî nû ava dike.
Qeymeqamê Etmesgûtê Cûmalî Atîlla yê ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, guherînên radîkal dike. Attîla yê piştî li şûna Firat Anli û Gultan Kişanakê wek qeyûm hat tayînkirin û li avahiya şaredariyê bi tevdîrên ewlehiyê yên awarte tê parastin, li şûna rêveberiya şaredariya ya wê tasfiye kir, xizmên xwe bi cih kir û her wiha xebatên rê yên şaredariyê jî dewrî TEM'ê kir.
Îcraata ewil a Qeyûm Cûma Atîlla ew bû ku, Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Zulkuf Karatekîn ji peywirê girt û li şûna wî, bi wekaletî Ercan Bîrcan tayîn kir. Bîrcan ê ji Madenê ye û ji 1994'an heta niha li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite, piştî wek Alîgirê Sekreterê Giştî tê tayîn kirin hat derpêşkirin ku wiha gotiye:"Nihmeteke Xwedê Teala ye." Bîrcan ê ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de ji AKP'ê wek namzetê Şaredariya Madena Xarpêtê hat nîşandan, di heman demê de xalê Alîgirê Waliyê Amedê Taner Bîrcan û xizmê Qeyûm Atîlla ye. Piştî Qeyûm Atîlla 21 serokên daîreyan tasfiye kir, li şûna wan ji bo avakirina rêvberiya nû Bîrcan rol girt. Ji Gerînendetiya Bajarsaziya Bajêr 2 kes , ji Walîtiyê 2 pispor û ji Defterdariyê jî 3 kes ji bo di rêvebriya qeyûm de cih bigirin dest bi peywirê kirin û xala vana ya hevpar jî ew e ku, hemû girêdayî gelheya Xarpêtê ne.
JI KOCAELIYÊ TAYÎNÎ DÎSKÎ'YÊ HAT KIRIN
Navenda Giştî ya AK Partiyê, Serokê Şaredariya Kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglû wek şêwirmendê Qeyûm Cûmalî Atîlla şand Amedê. Karaosmanoglû yê hat bajêr, ji bo lêkolînan bike, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Kocaeliyê Taha Buyukakin jî bi xwe re anî. Dîsa bi dîrektîfiya Karaosmanoglû, Ahmet Karadag ê li Şaredariya Kocaeliyê karmend e, hat serê DÎSKÎ'yê û nûçegîhanekî ji buroya Ajansa Anadoloyê ya Stenbolê jî li cem Atîlla peywirdar kirin.
SERÊLÊDANÊN EMEKDARIYÊ HATIN RAWESTANDIN
Bîrcan ê di heman demê de şêwirmendiya qeyûm jî dike, dema hat ser peywirê Alîgirên Sekreteriya Giştî Rojda Balkaş, Necatî Pîrînççîoglû û Huseyîn Bayrak ji peywirê girt. Qeyûm Cûmalî Atîlla yê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya 677'an rayeya wî hat berfirehkirin, 8 gerînendeyên şaxan ên DÎSKÎ, 21 serokên daîreyan ên şaredariyê jî di nav de, bi giştî kadroya 42 xebatkarên şaredariyê rawestand û cihê wan guherand û li şûna wan bi awayekî wekaletî tayîn pêk anî. Her wiha qeyûm nêzî 20 kesên mafê emekdariyê bi dest xistin jî, serlêdanên wan î emekdariyê da rawestandin.
XEBATÊN RÊ DEWRÎ TEM'Ê HATIN KIRIN
Di nav yekeyên Şaredariya Bajarê Mezin de niha yekeyên paqijî, rê û gihaniyê xebatên xwe didomînin. Atîlla, di xebatên li bajêr tên kirin de, pêşanî da xebatên nûkirina qereqol û muduriyetên polîsan û ji bo van hemû makîneyên kar ên şaredariyê seferber kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, ekîbeke ji Midûriyeta Mucadeleya Bi Terorê Re (TEM) xebatên çêkirina rê yên şaredariyê beralî dikin. Dîsa bi heman awayî, xebatkarên di yekeya paqijiyê de dixebitin jî, hin ji wan ji bo paqijiya muduriyetên polîsan ên navçeyan hatine peywirdarkirin.
AMADEKRIYÊN TASFIYEKIRINA BI GIŞTÎ
Di bin banê wergirtina xizmetê ya şaredariyê de 300 karkerên bipeyman, 700 karkerên taşeron bi giştî 1000 karker dixebitin û hat derpêşkirin ku, van karekerên ku wê di 17'ê kanûnê de dema wan biqede, wê peymana wan neyê nûkirin. Li gel vê hat zanîn ku, ji Baskên Ciwanan a AK Partiyê 50 kesî ji bo kar serî li Agirê Sekreterê Giştî Bîrcan daye û her wiha bi fermana Serokê AKP'ya Amedê Mûhammed Dara Akar jî 350 kesî serîli ÎŞ-KÛR'ê da.
ODEYA FIRAT ANLÎ EWLETIR DÎT
Li avahiya xizmetê ya bi bariyerên hesin û wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin, bi tevdîrên ewleyiyê yên awarte tê parastin. Atîlla yê odeya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê hat girtin tercîh kir, qata odeya wî ya meqamê lê ji bilî polîsan ji her kesî re qedexe kir. Li korîdara ode lê yê nêzî 30 polîs nobetê digirin, li Beşa Têkiliyên gel a li biniya vê korîdorê ye 20 polîs û her wiha li korîdorên din jî gelek polîs nobetê digirin.
Xebatkarên şaredariyê yên her sibe bariyerên hesinî derbas dikin, rastî venêrîna nasname û lêgerînê tên. Xebatakrên astengiya ewil derbas dikin, li deriyê têketinê dubare ji aliyê polîsên nobetê digirin rastî lêgerînê tên. Her wiha li vir di cîhaza X-rayê re jî derbas dibin. Piştî tayîna qeyûm, ji ber welatî nayên Yekeya Têkiliyên Ge, ev yeke bêfonksiyon bûye.