ENQERE – Rapora Komîsyona Têkel bi boneya wekîliya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bikeve sewqî Lîjneya Giştî kir.
Komîsyona Têkel a ku ji komîsyonên Edalet û Makezagonê yên Meclîsê pêk tên bi boneya wekîliya Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz bê betalkirin rapor şandin Lîjneya Giştî. Komîsyona Têkel a ku bi serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Mustafa Şentop, têkildarî dosyeya bêberdewamker ji çapemeniyê re girtî li civiyan.
Sariyildiz jî li dijî vê biryarê parastina bi nivîskî şand civînê. Saryildiz di nivîsê de wiha got: “Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê li dijî şexsê min kampanya lîncê dewam dike.” Sariyildiz di berdewama nivîsa xwe de bal kişand ser neheqiyên xistina parlamenteriya xwe.
Biryara derbarê betalkirina wekîliya Sariyildiz de dê ji aliye Lîjneya Giştî ya Meclîsê ve bê dayîn.