Di bomberanê de welatiyek jiyana xwe ji dest da

DÊRSIM – Gundê Han ê Qisleya Dêrsimê hat bomberankirin û ajokarê minîbûsê Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da.

Li nêzî gundê Han ê bi ser navçeya Qisle ya Dêrsimê ve di çarçoveya operasyona leşkerî de herêm hat bombebarankirin. Hat hînbûn ku di bomberanê de welatiyê sivîl yê bi navê Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da.

Beriya du rojan operasyona leşkerî dest pê kiribû û derdora gund û navenda gund hat bi helîkoptêrên kobra hat bomberankirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Erdan Guneş ê ajokariya minîbusê dike di bomberanê de duh jiyana xwe ji dest daye. Guneş ê jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê tê ragirtin.

Welatiyê bi navê Mustafa Uçan ê ku li herêma operasyonê mêşvaniyê dikir dema xwest ji herêmê derbikeve hat binçavkirin û birin navenda Dêrsimê.