Îfadeya rojnamger Erden hat girtin

RIHA - Hat hînbûn ku xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Zeki Erden ku 11 roj in di bin çavan de ye, li ser îxbareke ku "Dibe ku çalakiyê bike û li ser wî dokumanên rêxistinî hene" hatiye binçavkirin.

Hat hînbûn ku xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Zeki Erden ku di 11'ê Tîrmehê de dema ji Edeneyê diçû Rihayê hat binçavkirin li ser îxbareke ku "Dibe ku çalakiyê bike û li ser wî dokumanên rêxistinî hene" hatiye binçavkirin. Li muduriyeta polîsan li ser îdiaya "Endamtiya rêxistinê û xebata li ser navê rêxistinê" îfadeya Erden hat wergirtin. Di îfadeya li muduriyeta polîsan de Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê wek "rojnameya ku di bin banê PKK, KCK'ê de fealiyetan dike" hat diyarkirin û her wiha ji Erden pirsên wek kengî û li kuderê karta xwe ya çapemeniyê ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê derxistiye hatin pirsîn.

Her wiha parêzerê rojnamger Erden, Mîkaîl Yavûz jî diyar kir ku di îfadeya li muduriyeta polîsan de pirsên absurd ên wek "Asta te ya di nav PKK û KCK'ê de çî ye? Çalakî û fealiyetên ku te li ser navê rêxistinê kirine hene? Bernavekî te heye yan?" ji Erden hatine pirsîn. Yavûz, anî ziman ku ew li bendê ne ku roja duşemê rojnameger Erden sewqî dozgeriyê bê