AMED - Li Amedê di 9 kesên ku di operasyona li dijî bijîşkan de hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Li Amedê, di 19'ê Tîrmehê de li dijî kedkarên tenduristiyê operasyonek hatibû lidarxistin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Xebatkarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Firat Tûrsûn, serokên berê yên Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, Dr. Şemsettîn Koç û Necet Îpekyuz, Serokê Şaxa SES'êya Amedê ya berê Hulya Alokmen Uyanik, Seroka Şaxa SES'ê ya Amedê yê berê û endama Dîwana KCD'ê Salîha Aydenîz, endamên Komîsyona Tenduristiyê ya KCD'ê Zuhre Taş, Erdal Balsak û mamoste Sadrettîn Kaya hatibûn binçavkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin Dr. Şemsettîn Koç, mamosteya teqawîd Zuhre Taş û endama Dîwanê ya KCD'ê Salîha Aydenîz, piştî îfadedayînên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her sê kes sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê kir. Dadweriyê jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtina Koç, Taş û Aydenîzê da.