NAVENDA NÛÇEYAN - Li çarhawirdorên Reqqayê pêşveçûyîna QSD'ê didome. Di pevçûnên dawî de 9 DAIŞ'î hatin kuştin û her wiha wesayîteke bombebarkirî jî hat îmhakirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li bakurê Reqqayê, li Taxa Berîdê, pêş ve diçe. Hat diyarkirin ku şervanên QSD'ê, noqteyên aîdî DAIŞ'ê hedef digire û bûlwarên bi navê Idîxar û Basilê rizgarkirine.
Hat zanîn ku li Taxa Hîşam Bin Ebdulmelîkê jî, dema DAIŞ'iyan hewlda bi wesayîteke bombekirî êrîşê bibin ser QSD'ê, şervanên QSD'ê ew îmha kirin.
Her wiha QSD'ê li Taxa Hîşam Ebdulmelîkê zêdeyî 40 sivîlî jî ji DAIŞ'ê rizgarkirin. Duh jî hatibû daxuyandin ku zêdeyî 200 sivîl hatine rizgarkirin.