EDENE - Parêzer Tûgay Bek, der barê îşkenceya ku di bin çavan de lê hatiye kirin giliyê polîsan kiribû. Lê belê polîsên ku Bek derb kirin nehatin dîtin û her wiha ji ber di bin çavan de li ber xwe daye û polîs birîndar kiriye derheqê Bek de doz hat vekirin.
Di 12'ê Kanûna 2016'an de li Edeneyê polîsan bi ser mala parêzerê Baroya Edeneyê Tûgay Bek de girtibûn û dema Bek ferzkirina kelemçeya ji paş ve qebûl nekiribû polîsan ew derb kiribû û li ser vê Bek giliyê polîsên ku ew derb kiribûn kiribû. Heta niha der barê giliya ku Bek kiriye de tu geşedan xwe nedane der, lê belê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê beyanên polîsan esas girt û der barê Bek de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyeyê ya Edeneyê ve hat qebûlkirin û der barê Bek de bi tawanbariya "Astengkirina bicihanîna peywirê" doz vekir. Dê danişîna ewil di 12'ê Kanûnê de bê dîtin.
'REWŞEKE TRAJÎKOMÎK E'
Bek, li dijî doza ku der barê wî de hatiye vekirin de bertek nîşan da û got ku, ji ber ku wî kelemçeya ji paş ve qebûl nekiriye, îşkence lê hatiye kirin. Bek, diyar kir ku wî der barê îşkenceyê de giliyê polîsan kiriye, lê belê di vî warî de heta niha tu geşedan xwe nedane der. Bek, got ku lê belê 3 polîsên ku ew derb kirine giliyê wî kirine û ev jî rewşeke trajîkomîk e. Bek, anî ziman ku di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku wî polîs derb kirine, lê belê dê qeydên kameraya li Saziya Tiba Edlî rastiyê nîşan bidin. Bek, dest nîşan kir ku di bûyerên îşkenceyê de ji bo ku giliyên der barê wan de tên kirin asteng bikin polîs giliyê mexdûran dikin û ew berê jî bi heman rewşê re rû bi rû mane.
'TEVKARIYA DARAZ Û POLÎSAN LI HOLÊ YE'
Herî dawî Bek wiha got: "Yanî wisa tê fêmkirin Dozgerê Komarê kelemeçeya ji paş ve wek sûc û binpêkirina mafan dibîne. Ji ber vê ye ku der barê min de wek ku min bi tu awayî kelemçe qebûl nekiriye îdianame hatiye amadekirin. Yanî wisa difikirim ev îdianame bi xwe mikurhatina îşkenceyê ye. Der barê giliya ku min kiriye de tu geşedan xwe nedane der, lê der barê giliya ku polîsan li min kiriye de demildest lêpirsîn hatiye vekirin û ev jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku daraz û polîs bi tevkariyî tevdigerin."