AMED - Bi KHK'yên dawî re li şaredariyên herêmê bi hezaran kedkar hatin îxrackirin. Sendîkavanan li dijî vê rewşê bertek nîşan dan û gotin ku, ev îxrackirin bi fermana qeyûmên hatine tayînkirin re pêk tên û lîste ji aliyê qeyûman ve tên amadekirin.
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) yên dawî re li şaredariyên herêmê bi hezaran kedkar hatin îxrackirin. Rêveberên sendîkayan li dijî vê rewşê bertek nîşan dan û gotin ku, tu hêleke huqûqî ya van îxracan tune ye û ew ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê Bedirhan Çetinkaya, anî ziman ku armanca sereke ya van îxracan ew e ku "ji bo alîgirên xwe cih çêbikin". Çetînkaya, bi bîr xist ku di ser îlankirina OHAL'ê re salek derbas bûye, lê belê darbeya sereke di 20'ê Tîrmehê de hatiye lidarxistin. Çetînkaya, gotinên Serokomar Erdogan ên "Ev darbe ji bo me lutfek e" bi bîr xistin û got ku, ev pêkanîn girêdayî vê weziyetê ne.
'EV POLÎTÎKA BI SER NAKEVIN'
Çetînkaya, anî ziman ku îxrac bi hinceta "FETO"yê hatin destpêkirin û paşê li hemû civakê hatin belavkirin û wiha got: "Kesên behsa mafên mirovan û demokrasiyê dikin, roja pîrozbahiyên 15'ê Tîrmehê bi hezaran kedkar îxrac kirin." Çetînkaya, dest nîşan kir ku îxrackirina kedkarên şaredariyan bi destê qeyûman pêk tê û wiha axivî: "Pêşî qeyûm tayîn kirin. Paşê kedkarên cemaweriyê yên xizmeta gel dikin ji peywirê avêtin. Ev pêkanîn ruyê hikûmetê nîşan dide."
Çetînkaya, diyar kir ku wan tu carî li hemberî van polîtîkayên hikûmetê çok dananîye. Çetînkaya got ku, bi vî awayî tên girtin û dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin, lê belê li hemberî van pêkanînan ew tu carî teslîm nebûne. Çetînkaya, diyar kir ku dê hikûmet bi tu awayî encam ji van polîtîkayên xwe wernegire û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji her reng û dengî mirov hene. Tu nikarî dîktayê li welatekî wisa ferz bikî."
‘EM MAFDAR IN Û EM Ê BI SER KEVIN'
Çetînkaya dest nîşan kir ku ew li Tirkiyeyê doza avakirina komareke demokratîk dikin û wiha axivî: "Em dixwazin qadeke ku her kes karibe lê fikrê xwe beyan bike bê afirandin. Ji ber ku em doza tiştekî wisa dikin, êrîş li me tên kirin." Çetînkaya, anî ziman ku ji ber ew dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin ji kar hatine avêtin û wiha axivî: "Ji ber me li hemberî reş spî, li hemberî şer aştî, li hemberî mirinê jiyan parast em ji kar hatin avêtin."
Çetînkaya, dest nîşan kir ku ew mafdar in û ew ê bi ser kevin û wiha axivî: "Cenazeyê Dayika Taybetê bi rojan li nêv kuçeyê hat hiştin. Bedena Cemîle Çagirga bi rojan di sarincê de ma. Ji ber em li hemberî vana derketin û ji ber me îtirazî rûxandina Sûrê û teşhîrkirina bedena jinê kir em hatin îxrackirin."
'ARMANC EW E KU CIH JI BO ALÎGIRÊN XWE ÇÊBIKIN'
Çetînkaya, dest nîşan kir ku îktîdar li bendê ye ku li şûna kesên ji şaredariyan hatine îxrackirin alîgirên xwe bi cih bike û wiha got: "Hedefa îxracên li şaredariyan kedkarên kurd in. Bi vê yekê re dijminahiya gel dikin û bi vî awayî gelê herêmê mexdûr dikin. Bi vî awayî vîna gel tê binpêkirin."
'LÎSTE JI ALIYÊ QEYÛMAN VE TÊN AMADEKIRIN'
Endama MYK'ê ya KESK'ê Elîf Çûhadar jî dest nîşan kir ku li gor lîsteyên ku qeyûm amade dikin îxrac tên kirin û wiha got: "Karmendên dewletê dixwazin xwe li ber çavê îktîdarê û kesên wan tayîn dikin xweş û şelafiya bikin. Bi van şelafiyan lîste û îxbar derdikevin holê." Çûhadar, anî ziman ku yên tên kirin li dijî demokrasî û rûmeta mirovan e. Çûhadar, dest nîşan kir ku bi vî awayî îktîdar OHAL veguherandiye amûra avakirina rejîma xwe.
‘HEMÛ KESÊN LI HEMBERÎ HIKÛMETÊ SÛCDAR IN'
Çûhadar, gotinên Serokomar Erdogan ên "Em ê li cihên ku tehdîda grevê lê hebin, bi îstifadeya OHAL'ê destûrê nedin" bi bîr xist û got ku di çarçoveya OHAL'ê de qanûna karmendên dewletê ya Jimare 657'an jî hedef hatiye girtin û dê bê rakirin. Çûhadar wiha domand: "Bi rejîma OHAL'ê bi hezaran akademîsyen hatin îxrackirin. Êdî zanîngeh ji aliyê karmendên dewletê ve tên birêvebirin, bi navê zanistê êdî akademî nemaye û veguherîne daîreyên bacê."
Çûhadar, anî ziman ku binçavkirin û girtina kedkarên cemaweriyê her diçe zêde dibe û wiha axivî: "Îktîdar bi şidet
û çewisandinê bi ser hemû kesên ku wê nerihet dikin de diçe. Êdî hikûmet li sûc filan û bêvan nagere. Dibêje 'kî li hemberî min be ew sûcdar e.'"