Bi tembûra xwe bajar bi bajar digere

ÎZMÎR - Ozcan Diyarlar ku bajar bi bajar digere û li kuçeyan li tembûrê dide, tevî astengiyên polîsan dîsa bi tembûra xwe ya şikandî kuçeyan naterikîne.

Ozcan Diyarlar ku ji Qereqoça Xarpêtê ye, ev zêdeyî 7 salane ku li kuçeyan bi zaravayê kirmancî û zazakî yê kurdî distrê. Diyarlar, ji biçûkantiya xwe de bi muzîkê eleqedar dibe û ji bo tembûrê bikire li qehwexaneyan û karên cuda dixebite. 20 sal berê hevalekî wî yê berasteng tembûrek diyarî wî kir, lê belê li Taksîma Stenbolê polîsan wê tembûra wî şikand. Lê li gel mudaxileyên polîs û zabiteyan jî diyarlar bajar bi bajar digere û stranan distrê. Diyarlar, piştî Edene, Enqere, Antalya û Stenbolê niha jî li Kuçeya Çarşiyê ya navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê distrê. Diyarlar, anî ziman ku ew li kuçeyan hînî tembûrê bûye û ji ber ku ew bi kurdî distrê bala gelek kesî dikêşe.

'EM BIN Û TU BI KURDÎ BISTRÊYÎ'

Diyarlar, anî ziman ku piştî perwerdehiya mehekê wî li kuçeyan perwerdehiya xwe domandiye. Diyarlar, diyar kir ku li gel kurdî ew carinan bi tirkî, romankî, erebî jî distrê. Diyarlar, dest nîşan kir ku gelek caran ew li kuçeyan bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne û bi taybetî jî dema ew stranên kurdî distrê bi muameleyên kêfî yên polîsan re rû bi rû dimîne. Diyarlar wiha axivî: "Li Stenbolê carekê li kuçeyan bûm. Distriyam. Mirov govend digerandin. Min carekê dît ji nişka ve hawirdora min bi panzêr û polîsan hat dorpêçkirin. Polîsan got 'em bin û tu bi kurdî bistrê' û bi cop û pehînan êrîşî min kirin. Wê kêliyê ji bo xisar negihê tembûra min, min ew baş hembêz kir. Bi zorê ji destê min wergirtin û li erdê xistin. Dizanim heke min bi tirkî bigotana dê wisa nekirinan. Lê dema tu bi kurdî bistrê demildest êrîş dikin. Li nav Taksîmê tembûra min şikandin. Min perçeyên wê berhev kirin û ew tamîr kir. Niha bi tembûreke şikandî distrêm. Û ez ê dev ji vê bernedim."

Diyarlar, anî ziman ku dema ew stranên kurdî dibê ji her derdorê mirov govendê digerînin û ev yek ji bo wî tiştek zaf watedar e. Diyarlar wiha domand: "Heke li vî welatî tu nikaribî bi awayekî azad tiştekî bikî, nexwe ew welat bêçare ye. Ditirse. Halbûkî hay ji aştiyê nînin. Heke ji hemû derdorên civakê mirov li vir govendê digerînin, nexwe bi her awayî aştî pêkan e."

Diyarlar, dest nîşan kir ku li gel hemû zext û zoriyan jî ew ê dev ji stranan bernede û wiha axivî: "Bi vê hunera xwe serbilind im. Bertekên gel erênî ne, lê belê hikûmet zextan dike. Bila kes nîjadperestiyê neke. Bila mirov bi zimanê xwe biaxivin. Ma ji ber ku ez kurd im qey dijmin im? Ma qey nîjadperest im? Ma dê ev heta kuderê bajo? Di îslamiyetê de jî tiştekî wisa tune ye. Derdê min ne navdarî an jî albumekê derxînim. Ji ber ji stranên kurdî û tembûrê hez dikim, ez bi vê hunerê re bilî dibim. Ez ê li her qadê muzîka xwe bidomînim."