ÎZMÎR - Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya TMMOB a Îzmîrê Alîm Mûrathan, erdheja pêla wê 6.6 pîle ya li Egeyê çêbû û tsûnamiya li peravên Bodrûmê nirxand û got tsûnamiya ku çêbû, li Tirkiyeyê nîşaneya tsûnamiyên dijwar e.
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya TMMOB a Îzmîrê Alîm Mûrathan, erdheja ku bi şideteke 6.6'an li Egeyê çêbû û tsûnamiya ku li peravên Bodrûmê çêbû nirxand û got ku, tsûnamiya ku çêbû, li Tirkiyeyê nîşaneya tsûnamiyên dijwar e."
Alîm Mûrathan, anî ziman ku erdheja ku bi şideteke 6.6 li derûdora Mûglayê çêbû, divê di nav tektonîka Anatoliyaya Rojavayê de bê nirxandin û têkiliya vê erdhejê bi erdheja Ayvacik, Mîdîllî û Manîsayê re heye. Mûrathan wiha domand: "11 çirkan domandiye û di segmenta rojava ya xeta fayê ya Gokovayê de çêbûye. Piştî şoka sereke, bi şideta 4.6'an zêdeyî 100'î hejek çêbûne. Di heman demê de faya Gokovayê, ji ber ku ji bakur ve vê hewzeyê sînordar dike faya sereke ye û di segmentên girêdayî vê de dê şokên sereke yên nû çêbibin. Dibe ku ev bibin sedema firtoneyeke erdhejiyê. Ji ber ku binkeya navendî ya erdhejê dûrî cihnişînan bûye, bandora wê ya rûxîner kêm bûye."
‘NÎŞANEYA TSÛNAMIYÊN DIJWAR E'
Mûrathan, tsûnamiyên ku ji ber erdheja Bodrûmê çêbûn jî nirxandin û wiha got: "Ev nîşaneya tsûnamiya ku piştî erhejê ye. Li herêmê, li herêma Kevana Gîrît, Kevana Kibrisê yên Behra Egeyê berê jî erdhejên dijwar çêbûbûn. Û tê zanîn ku ev erdhej jî dibin sedema tsûnamiyên dijwar ku texrîbatek mezin çêdikin."
‘DIVÊ PLANÊN TSÛNAMIYÊ BÊN ÇÊKIRIN'
Mûrathan, di diyarkirina cihnişînan de balê kişand ser girîngiya parametreyên jeolojîk ên zemînê û dest nîşan kir ku heke avanî ji hêla endezyaran ve bên çêkirin dê xisara erdhejê kêmtir bibe. Mûrathan, anî ziman ku cihê kêfxweşiyê ye ku di erdhejê de xisareke zêde çênebûye û wiha domand: "Ev erdhej careke din nîşanî me daye ku divê di rêveberiyên herêmî de yekeyên jeolojîk, jeoteknîkî bên çêkirin û divê rêveberiyên me yên herêmî yên li peravan di koordîneya endezyarên jeolojiyê de planên tsûnamiyê çêbikin û ji bo erdhejan amadekariyên wan hebin."
‘DIVÊ FAYÊN AKTÎF Ê NAV BEHRÊ BÊN NEXŞEKIRIN'
Mûrathan, diyar kir ku nexşeya fayê ya ku qadên bejahiyê tehdîd dike di sala 2012'an de ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Maden, Tetkîk û Lêgerînê (MTA) ve hatiye nûkirin. Mûrathan, bi taybetî jî nedestpêkirina xebatên di warê fayên aktîf ên nav behrê de rexnekirin. Mûrathan, da zanîn ku Tirkiye xwedî qadeke peravî ya zêdeyî 8 hezar kîlometreyî ye û wiha domand: "Li gel gelek cihnişînan, piraniya tesîsên me yên stratejîk ên di warê enerjiyê de, lîman û tesîsên tursîtîk li qadên peravî cih digirin. Ev hemû nêzî qadên peravî ne yanî bi tehdîda erdhej û tsûnamiyên ku ji ber fayên aktîf ên nav behrê çêbibin re rû bi rû ne. Divê di serî de Serokatiya AFAD'ê ya Serokwezîrtiyê û Gerînendetiya Giştî ya MTA'yê û bi giştî jî hemû saziyên me yên berpirsiyar li dor çarçoveyeke plankirî di warê fayên aktîf ên nav behrî ku qadên me yên peravî tehdîd dikin de lêkolînan bidin destpêkirin û di encama xebatan de divê fayên aktîf ên nav behrê bên nexşekirin. Divê li gor vê nexşeyê yekeyên cihnişînê, tesîs û veberhênaniyên ku dê li peravan bên çêkirin di ber çavan re bên derbaskirin."