Duysal Karataş: Divê her kes ji bo yekîtiya neteweyî tevbigere

AMED - Endama KÎD'ê Dûysal karataş a li Silêmaniyeyê beşdarî civîna ji bo amadekariyên 3'yemîn Konferansa Jinan a Neteweyî pêk hat bû, diyar kir ku pêvajoyeke dijwar e û xwest her kes destê xwe têxe bin kevir.

Di pêşengiya Civata Jinên Kurdistanê (CJK) de, jinên kurd ji bo yekîtiya netewî û nîqaşên 3'yemîn Konferansa Jinan a Netewî, di 9'ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federeyê civînek çêkirin. Ji Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Ewropayê jinên kurd tevlî civînê bûn. Yekemîn Konferansa Jinan a Netewî di sala 2012'an de li Amedê û ya duyemîn jî di sala 2013'an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Niha jî amadekariyên 3'yemîn Konferansa Jinan a Netewî tê kirin. Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Dûysal Karataş jî wek delegeya Tirkiyeyê tevlî civînê bû û raçaviyên xwe yên der barê civînê de vegotin.

Karataş wiha got: "Di civînê de hat gotin ku 'Heke geşedaneke li Bakur bandorê li Başûr bike, nexwe di navbera me de tu cudahî tune ye.' Jin xwediyên heman nêrînê bûn. Li gor konferansên me yên din hêleke wê ye cuda hebû, ew jî ev hêla wê bû. Di warê kombûna kongreya netewî û peydekirina yekîtiya netewî de jî tewreke hevpar hat nîşandan."

‘NÊVENGEKE BIHEYCAN BÛ'

Karataş balê kişand ser sotîneriya pêvajoyê û got ku, divê hemû kesên ku bi awayekî aktîf di nav siyasetê cih digirin destê xwe têxin bin kevir. Karataş, diyar kir ku li gel hemû zor û zehmetiyên pêvajoyê jî, cihgirtina di nav xebatan de cihê şanaziyê ye û der barê civînê de ev tişt gotin: "Nêvengeke zaf biheycan bû. Heman şik û guman hebûn. Li ser hêstirên çavan hat rawestandin. Hat gotin ku 'Êdî em naxwazin em êşa zarokên xwe bikişînin.' Nêrîna jinan heman nêrîn bû. Li gor konferansên me yên din hêleke wê ye cuda hebû, ew jî ev hêla wê bû. Di warê kombûna kongreya netewî û peydekirina yekîtiya netewî de jî tewreke hevpar hat nîşandan."

‘HERÎ ZÊDE BANDORA JINÊN ÊZÎDÎ HEBÛ'

Karataş, diyar kir ku ji Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Ewropayê gelek jinên kurd beşdarî civînê bûn, lê belê herî zêde tesîra jinên êzidî hebû. Karataş, got ku ji ber ku bi awayekî baş li cem jinên êzidî cih nehatiye girtin xwerexnedayîn jî hatiye dayîn. Karataş wiha axivî: "Her wiha tiştên hatin serê gel û jinên me yên êzidî jî hatin nîqaşkirin. Di nav delegeyan de hevalên me yên ku ji Şengalê hatibûn jî hebûn. Ji ber ku zilma hatiye serê wan zaf hatiye rojanekirin hevalên ezidî ev rewş rexne kirin. Bi taybetî jî hat rexnekirin ku diviya ji Bakur dengekî hîn zêdetir derketiba."

JI BO ÇI HÛN XWEDÎ LI ME DERNEKETIN'

Karatş, diyar kir ku di civînê de ya herî zêde ew xemgîn kiriye, ew bûye ku jinên êzidî dest nîşan kirine ku li hemberî zilma DAIŞ'ê derdora îslamî bêdeng maye û wiha domand: "Dema hevalên êzidî gotin 'Ger ola Mihemmed ne ola zilmê be, nexwe ji bo çi hûn xwedî li me derneketin', ev gotin zaf tesîr li min kir. Em jî dibêjin qey em tiştinan dikin, lê meger ne wisa ye. Me dît ku me kêm kiriye."

‘EM NIKARIN PÊVAJOYEKE DIN JÎ HEBA BIKIN'

Karataş, anî ziman ku ev civîn destpêkeke û dê xebat bidomin. Karataş wiha domand: "Di sala 2013-2014'an de jî hatibû çêkirin. Em ji bo amadekariyên civîna 3'yemîn kom bûn. Civînên berê ji ber gumanên partiyan, bihevketinên şexsî pêş neketin. A rast ji aliyê hin kesan ve hatin sabotekirin. Lê ji bilî vê pêvajoyê wekî din tu şansekî me yê din tune ye. Em nikarin pêvajoyeke din jî heba bikin. Hewldanên bi vî awayî piştevaniya destkeftiyên kurdan nakin. Em rewşeke wisa qethiyen qebûl nakin. Înşeleh em ê bi vî awayî pêş kevin. Dê komîsyon bên çêkirin, li 4 perçeyan xebat bên birêvebirin û em ê her derdorê vexwînin vê konferansê. Em ê di demeke nêz de dubare li hev kom bibin."

‘LI BAŞÛR ÎSTIXBARATÊN GELEK WELATAN CIRÎDAN DAVÊJIN'

Karataş, balê kişand ser sekna PDK'ê ya li dijî xebatên yekîtiya netewî û qelsiya li Başûr û wiha axivî: "Gelê Başûr nîqaşa referandûmê dike, lê hemû rojeva wan ne referandûm e. Lê me li Başûr dît ku îstixbaratên gelek welatan cirîdan davêjin. Hema bêje li her derî dihatin dîtin. Qelsiya ewlehiyê heye. Ev rewş rewşeke zaf xetereyî ye. Divê hay ji vê rewşê hebe. Divê referandûm bi vî awayî çênebe. Divê li nêvengeke ewletir û baştir çêbibe."

Karataş wiha domand: "Ji Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat û Ewropayê kes hatibûn. Tenê rêveberên PDK'ê tune bûn, lê hin PDK'yên bi awayekî temsîlî hatibûn hebûn. Me li wir got, divê em di nav avaniyeke di ser partiyan re cih bigirin. Ev kîjan partî dibe bila bibe. Divê em berjewendiyên partiyan, kîna wan berteref bikin û di nav xebateke wisa de cih bigirin. Jinan bi kêfxweşî ev pêşwazî kir, em hêvîdar dikin ku ji aliyê rêveberên PDK'ê yên bilind ve jî bê qebûlkirin."

‘EM Ê TIM BIXEBITIN'

Dûysal Karataş bang li hemû saziyên kurdan kir da xwedî li xebatên yekîtiya netewî derkevin û wiha got: "Piştî çend konferansan dê kongreya netewî bê lidarxistin. Em bang li hemû gelê kurd, partî û saziyan dikin ku di nav xebatên yekîtiya netewî de cih bigirin. Em ê jî li deriyê hemû saziyan bixin û tim bixebitin."

Ayşe Gunay/Aziz Oruç - dihaber