AMED - Endamê Rêveberiya Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na Abbas Aslan, aşkera kir ku hedefa wan 100 hezar îmze ye, heta niha wan 5 hezar îmze li ser medyaya civakî berhev kiriye û piştrast kir ku îmzeyên bên komkirin, dê helwesta UNESCO'yê jî diyar bike.
Piştî hikumeta AKP'ê di bin navê "Veguhestina Bajêr" de biryara talan û rûxandinê ji bo navçeya Sûrê ya Amedê derxist, li dijî wê Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na hat avakirin. Platformê dest bi kampanyaya îmzeyan kir û ji bo pêşî li rûxandinê bigire, li ser medyaya civakî îmzeyan kom dike. Kesên bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin bi rêya navnîşana @SurPlatformu piştgiriyê bidin kampanyayê.
LI SER MEDYAYA CIVAKÎ 5 HEZAR ÎMZE
Endamê Rêveberiya Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na Abbas Aslan der barê kampanyayê de axivî û destnîşan kir ku ji bo rûxandinê rawestînin, wan kampanya daye destpêkirin, îmzeyên ku berhev bikin dê radestî TBMM'ê bikin. Aslan da zanîn ku wan hedefek daye pêşiya xwe dê di mehekê de 100 hezar îmzeyî berhev bikin, li ser medyaya civakî heta niha 5 hezar îmze hatine komkirin. Aslan diyar kir ku li gel van îmzeyan, bi rêya sazî û dezgehan jî îmzeyên bi destan davêjin jî tên berhevkirin û saziyên Amedê bi giştî xwe tev li vê xebatê kirine.
HEVDÎTINA ME BI KESAYETÊN WEKÎ TARKAN, SEZEN AKSU RE DIDOME
Aslan vîdeoyên piştgiriyê yên li ser medyaya civakî jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vîdeoyên li ser medyaya civakî tên parvekirin jî gelek bi bandor in. Dîsa hevdîtinên me yên bi hunermendên wekî Sezen Aksu, Zulfu Lîvanelî û Tarkan re deewam dikin. Em bersivên gelek erênî ji wan digirin. Vîdeoyên ku ew dikişînin, dê li ser medyaya civakî parve bikin."
DÊ ÎMZE BANDORÊ LI SER UNESCO'YÊ BIKE
Aslan piştrast kir ku ew li bendê de ku ji rêjeya ku hatiye diyarkirin gelekî zêdetir tevlêbûn çêbe, li bajarên wekî Stenbol û Enqereyê polatformên ekolojîk piştgiriyên cidî didin kampanyayê.
Aslan herî dawî destnîşan kir ku wan bi sernavê lezgîn ji UNESCO'yê re nameyek şandiye, îmzeyên bên berhevkirin dê helwesta UNESCO'yê jî diyar bike.