STENBOL - Kesên ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça hatin Enqereyê erebeyên wan hatin desteserkirin
Akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ji bo li karê xwe vegerin û mafê xwe bi dest bixin 136 rojin di greva birçîbûnê dene. Nûnerên rêxistinên hiqûqê û parazvanên mafên mirovan ên ji Stenbolê hatin Enqereyê û xwestin piştiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça maşîneyên wan ji aliyê polîsan ve hatin girêdan. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ên xwestin biçin Enqereyê li Rawestgeha Metrobusan a Sogutluçeşme ya Kadikoyê kom bûn, polîsan maşineyên wan girê dan. Polîsan 7 maşîne girê dan û destûr nedan hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan biçin Enqereyê.
Polîs bê navber "Daxuyanî bidin û belav bibin " û komê hişyar dike. Rawestîna komêya rawestgehê jî didome.