ANTALYA - Girtiya bi navê Şukran Ozer a li Gitîgeha Jinan a Alanyayê girtî ye, diyar kir ku gardiyanên mêr bi ser koxûşên wan de digirin û wiha axivî: "Em ji bo Nuriye û Semîh 3 rojan ketin grevê. Ev kirin hincet hemû xebatên me asteng kirin. Înfaz tên şewitandin. Ew dixwazin ku provokesyon derkeve."
Girtîgeh Jinan a Tîpa Le ya Alanyayê bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye. Girtiya jin Şukran Ozer bi rêya telofonê li malbata xwe geriya û der barê zextan de agahî da. Dayika Ozer Emîne Ozer got ku "Keça min ne baş e" û wiha axivî: "Gardiyanên mêr bi ser koxûşên wan de digirin. Keça min got ku 'Hewa gelekî germ e. Carna em ne musaît in. Em vê yekê ji gardiyanan re jî dibêjin. Lê dîsa jî bi ser koxûşên me de digirin.' Rêveberiya girtîgehê zextan li girtiyan dike. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê."
Ozer bal kişand ser çalakiya grev birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî û diyar kir ku ji ber ku girtî 3 rojan ketine greva birçîbûnê, ev wekî hincet dane nîşan hemû xebatên wan dane rawestandin. Înfazên wan dişewitînin, bi vê rêyê wan provoke dikin.
‘DI DEMA HEVDÎTINÊ DE LEŞKER LI GEL WAN IN'
Dayik Ozer piştrast kir ku zext bi girtiyan re sînor nîne û wiha pê de çû: "Zextan li me jî dikin. heta hevdîtin diqede, leşker li ser serê me radiwestin. Li gel gardiyanan leşker jî tên." Ozer aşkera kir ku keça wê piştî li Mêrdîn, Riha û Xerpêtê maye, herî dawî sirgûnî Alanyayê kirine, ji ber wê ew di çûyîn û hatinê de gelek zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: "Hêj dadgeha keça min pêk nehatiye. Ji xwe li wir tu tiştekî nakin. 18 kes bi hev re dimînin. Derfetên me yên çûyîn û hatinê jî tune. 2 mehan carekî em diçin. Hêza min hebûya ez dê her hefte biçûma."
Me der barê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir, gotin ku "Hûn bi tu awayî nikarin agahiyan ji me bigirin" û pêkanînên li girtîgehê parast.