Dermanfiroşê Reqqayî bazara koleyên Êzidî vegot

REQQA – Dermanfiroşê reqqayî Henan Mihemmed ê ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, qala bazara koleyan a Taxa Sînaa ya YJŞ'ê ji DAÎŞ’ê rizgarkir, kir.

Di çarçoveya operasayonên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) ên binavê “Çenga Mezin” yek bi yek taxên Reqqayê azad dibin. Li çeperên rojhilat, rojava û başûr dinavberaz hezên HSD’ê û DAIŞ’ê de pevçûnên bi tund rû didin. Li qadên tên rizgarkirin, xebatên lêgerînê bi lez didomin. Di her qada tê rizgar kirin de, sivîl jî tên azadkirin. Şervanan li Taxa Teyar nêzî 500 sivîlan azad kirin.

Di haman demê de, der barê jinên Êzidî yên DAIŞ’ê esîr girtin de, agahiyên berfireh derdikevin holê. Heza YJŞ’ê ya jinên Êzidî, li bajêr, dibistana seretayî ya Taxa Sînaa ku jinên Êzidî lê dihatin firotin, azad kir. Dermanfiroş Henan Mihemed a ji Reqqayê, ku şahidiya wan rojên jinên Êzidî yên DAIŞ’ê li vir radigirtin, vegot.

RÊYA MUSIL Û REQQA YÊ

Mihemed diyar kir ku dermanfiroşe û kargeha wê dikeve Taxa Sebehiyê. Mihemed a ku destpêka hemleyê de hat rizgarkirin, piştî rizgarkirina taxên lê dijiya, vegeriya mal û kargeha xwe. Mihemed der barê jinên Êzidî de axivî û wiha got: “Ji ber dermanfiroş bûm, min dikarî ji Reqqeyê heya bajarên Mûsil, Tel Afer û Şengelê biçim. Di dema fermana Şengalê de, li ser rêya Mûsil û Reqqeyê gelek jin û zarokên hatîn qetilkirin hebûn.”

16 JIN BI 300 HEZAR DOLARÎ BÛN

Mihemed da zanîn ku ji ber ku wê jiyana DAIŞ’ê qebûl nekir, hat girtin û wiha bi lêv kir: “Min wê demê şahidî ka DAIŞ çiye kir. Emîrê ez girtîm, 16 jinên Êzidî bi 300 hazar dolaran kirîbû. DAIŞ’ê Çeçen, Afgan, Kirgiz û Ozbek jinên Êzidî dikirîn. Dema operasyonên Reqqa û Mûsil dest pê kir, bazara ji bo jinan hatî amadekirin xira kirin. Piştre li malan dest vî karî kirin. Piranî biyaniyên dinava DAIŞ’ê jinên Êzidî dikirîn. Dayik û keç bihev re diforitin. Dayikên ku zarokên wan heyî, DAIŞ’ê dibirin ew perwerde dikirin.”

DIBISTANA BANÊ WÊ SOR

Mihemed dest nîşan kir ku ev malbat li dibistan seretayî ya banê wê sor a Taxa Sînaa û bodrumên avahiyên derdorê, de radigirtin. Mihemed aşkara kir ku pişt re jî li bajêr digerandin û wiha pê de çû: “Jinên ku li dibistana Sînaa dihatin ragirtin, “Xelatî” emîran hatibûn kirin. Pişt re jî ev jin firotin hinek kesên din. Li derdora dibistanê ji bilî kesên piştgirî didan DAIŞ’ê, tu kes din nedixwistin wir. Weke herême qedexe kirî bû.”
Mihemed diyar kir ku ji bo her jinekê 3 hezar dolar dihat xwestin û wiha got: “ DAIŞ’ê cezayîrî ew jin difirotin. Jinên ciwan ê Êzidî ewil dixemilandin û paşê jî li bazarê dinava zilaman de digerandin. Li gorî ecibandinê dihatin firotin. Jinên ku kirîbûn, dema ji wan aciz bibûyan jî, diavêtin kolanan.”

JIN TESLÎMÎ ŞENGALÊ KIRIN

Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek kesên reqqayî ku jinên Êzidî kirîn, birin teslîmî Şengal an jî hezên HSD’ê kirin. Dema ev kes ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin ferqkirin, serê wan hat jê kirin. Hevalekê min di dema xwest 7 jinên Êzidî yên li bazara koleyan a Taxa Sînaa xilas bike, li ser rêya Mûsilê serê wî hat jêkirin.”

Nazİm Daştan - dihaber