DMMA ji bo rojnamegerên kurd parastin ji Tirkiye xwest

STENBOL - Dadgeha Mafên Mirovan a Tirkiye (DMME) têkildarî rojnamegerên kurd ên ji “Doza Çapemeniya KCK’ê” tên darizandin, ji Tirkiyeyê parastin xwest. Hikûmetê xwe bi doznameya FETO’yan amade kirî, parast.

Di 20’ê Kanûna 2011’an de li dijî çapemeniya kurd ên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya welat, Modernîteya Demokratîk û Belavkarî Firat operasyona pêk hatibû û 46 rojnameger hatibûn girtin. Dadgeha Mafê Mirovan a Awropa (DMME) têkildarî mijarê ji Tirkiyeyê parastin xwest. Hikûmeta AKP’ê ku 3 caran ji DMME dem xwest, di 14’ê Hezîranê de li dijî pirsên DMME'ê parastina xwe kir.