Parêzvana mafê mirovan dîsa hat binçavkirin

STENBOL - Parêzvana mafê mirovan Nalan Erkmen a li Buyukadayê hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin.

Parêzvanên mafên mirovan ên wekî Îlknur Ustun, Nalan Erkem, Nejat Taştan û Şeyhmus Ozbeklî li Buyukadaya Stenbolê hatibûn binçavkirin û roja Duşemê ew şandibûn Edliyeya Çaglayanê, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Der barê parêzvanan de biryara girtinê hat derxistin.

Li gorî nûçey Gazete Yolculukê, piştî biryarê Nalan Erkmen birine Miduryeta Polîsan a Vatanê. Tê payîn ku dê îro Erkmen derxin Edliyeya Çaglayanê.