Qeyûm bi karkerên şaredariyê kozikan dikole

ŞIRNEX –Qeyûm bi karkerên şaredariya Elkê ya Şirnexê, li herêma operasyonê kozikan dide kolandin. Gefa “Ger hûn ne xebitin, em ê we weke endamê rêxistinê nîşan bidin” li karkeran xwarine.

Di şaredariyên navçeya Elkê û Şirnexê ku qeyyûm hatin tayîn kirin de, karker şandin herêmên operasyonê. Karkerên ji bo vekirina riyên çiyayî, çal û xar hatin erkdar kirin, kozik bi wan dan kolandin. Karkerên bi fermana qeyyûm hatin erkdar kirin bi gotina “emê we ji kar bavêjin” gef kirin.

LEŞKARAN GEF LI KARKERAN KIR

Karkerên taşeronê ku di qadên leşerî yên herêma Kato Jîrka ya Elkê de xebitandin, qeyyum ew ji kar avêtin û leşkaran jî gefa “Ger hûn kar nekin, em ê we weke endamê rêxistinê nişan bidin” li wan xar.

KEPÇEYA ŞAREDARIYÊ EMANETÊ LEŞKERAN E

Berê jî kepçeya Şaredaya Elkê ku tekaneye, di qadên operasyonê yên Kato de hat bikaran în. Welatiyên ji bo binesaziyê kepçe dixwestin, bersiva “Wesayît naxwebite” ji wan re didan.