Dayikên Şemiyê ji bo Gulmen û Ozakça edaleta xwest

STENBOL - Dayikênk Şemiyê di hefteya 643’an de vê hefteyê aqûbeta Cemil Çelîk ê li Mêrdînê hat revandin û windakirin pirsîn. Dayikan ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça xwest her kes bi wîcdan tev bigerin û edalet xwest.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 643'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li kune" vekirini, qurnefilên sor û çariken sipî danîn ser wêneyên windayan. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de çîroka Cemîl Çelîk ê li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ku 22 sal berê hat windakirin pirsî.

DÊ ROJEK BÊ EM DÊ JI BO WE JÎ EDALET BIXWAZIN

Di çalakiyê de Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û wiha got: "Salek e OHAL didome. Serokomar diyar dike ku ne diyar e heta kengî bidome. Parazvanên mafên mirovan jî tên binçavkirin û girtin. Ji aliyê hikûmetê ve wekî sucdar tên îlankirin. Em bang li darazê dikin û dibêjin dê rojek were em dê ji bo we û ji bo her kesî edaletê bixwazin.

Dayika Murat Yilmaz ê di 23'ê Tîrmeha 1995'an de hat windakirin Hanife Yildiz, bi minasebeta salvegera kurê xwe roja 24'ê Tîrmehê axivî. Yildiz, wiha got: "Ji dayikekê dipirsin û dibêjin 'Destê te dişewite'. Ez jî dibêjim destê min bişewite dê çi bibe. Dilê min dişewite. Çend cejn û çend rojbûyîn min bêyî kurê xwe derbas kir. Zaliman ev li min û te kirin." Dayika Murat Hanife Yildiz, piştre hêsir barandin û nekaribû hesiran kontrol bike.

J BO GULMEN Û OZAKÇA EDALET XWESTIN

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û Mirova Şemiyê Prz. Gulseren Yolerî diyar kir ku Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ji bo mafê xwe biparêzin û li karê xwe vegerin 136 rojin di greva birçîbûnê dene û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin ku bi wîcdan bin. Em dixwazin li gorî edaletê tev bigerin. Jiyana bi rûmet pîvana parastina mafên mirovan e. Ji ber vê yekê divê dest rûmeta mafên mirovan nedin. Divê her kes hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin. Divê hurmetê nîşanî Danezana Parastina Mafên Mrovan a Neteweyên Yekbûyî bidin."

Yolerî destnîşan kir ku Cemil Çelik di sala 1994'an de ji neçarî koçî Qoserê kir û wiha got: "2 polîsên sivîl di 26'ê ÎLona 1995'an de pirsa "Tu Neçîm Çelîk e" ji Cemil Çelik pirsîn û wi jî got "Na ez Cemil Çelik im." Li ser vê pirsê polîs diçin û piştre du polîsên din tên dikana Suat Çelik û tevî îtîraza kesên li dikanê Çelik bi zorê dibin û binçavdikin. Piştre agahî ji Çelîk nayê girtin. Tevî ku malbata Çelîk serî li hemû rayedaran dide jî tu agahiyê j Çelîk nagirin. Em dê her dem ji bo Çelîk li Edaletê bigerin. "