Ji bo Gulmen û Ozakça ketin greva birîçûnê

STENBOL – Girtiyên ji doza SODAP û SYKP’ê bi armanca piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça yên 136 rojin di greva birçîbûnê dene, ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir.

Girtiyên Plarforma Piştevaniya Sîsyalîst (SODAP) û Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) bi armanca piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 136 rojin di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin
ku dê ji bo 3 rojan dest bi greva birçûbûnê bikin. Girtiyan bang li her kesê kir ku bibin parçeyekê berxwedana Gulmen û Ozakça.

‘SILAV JI KESÊN RÛMETA XWE DIPARÊZIN RE’

Girtiyan diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya ‘Em karê xwe dixwazin’ rastiya rejîma Qesra-AKP’ê ya bikeyf, bêperwa, bêrehim û dij hiqûqî radixwe ber çavan. û wiha gotin: "Daxwaza wan a “Ji hemû kesê re edalet” vegeriyaye daxwaza bi milyonan kesan. Ji roja çalakiya Nuriye û Semîh ve, rûyên wan ên bikin rûh û can daye me. Ji niha de bûne sembola berxwedanê. Hîna dem heye ku em li fabrîqeyan, atolyeyan, li kar, dibistan, koçeyan, li hûndir û dervede barê berxwedanê rakin, Nuriye û Semîh bidin jiyîn. Ev yek di destê me de ye.”

Girtiyan aşkera kir ku weke girtiyên SODAP û SYKP’ê yên li Girtîgeha Sîlîvrê tên ragirtin amadene ku peywira dikeve ser milên xwe bicih bînin û wiha bi dawî kirin: “Di 23-24-25’ê Tirmehê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan bikin. Em bang dikin ku hemû kes piştgiriyê bidin çalakiya Nuriye û Semîh.”