ENQERE – Polîsan, êrîşî çalakgerên ku bi silogana “Em karê xwe dixwazin” a Kolana Yukselê di roja 256'an de berdewam kir, kirin û 2 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 136’an. Karkerên ji bo li karê xwe vegerin û piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça çalakiya “Em karê xwe dixwazin” a li Kolana Yukselê dest pê kirin, ket roja 256’an. Kedkar ji bo daxuyaniyê bidin li Kolana Konurê kom bûn û pankarta Nuriye û Semîh 136 rojin digreva birçîbûnê dene, bila Nuriye û Semîh li karê xwe vegerin” vekirin.
Polîsên ketin û derketina Kolana Konur bi mertalan girtin û nehiştin çalakvan daxuyaniyê bidin çapameniyê. Polîsan êrîşî koma ku xwest li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, kir û 2 kes biçavan kirin.