KURDÎ-DER a Semsûrê jî hate mohrkirin

SEMSÛR - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Semsûrê ku ji aliyê polîs û rayedarên maseyan komeleyan ve hate mohrkirin.

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Semsûrê ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate girtin, ji aliyê polîs û rayedarên maseya komeleyan ve piştî tespîtkirina tiştên li hundir hate mohrkirin. Serokê KURDÎ-DER'ê yê Semsûrê Şerîf Yilmaz bang li semsûriyan kir û xwest xwedî li zimanê xwe derkevin. Yilmaz wiha got: "Xwedî li ziman û komeleya xwe derkevin. Zimanê me hebûna me ye. Li Semsûrê divê her mal wekî şaxekî KURDÎ-DER'ê xebatên xwe bidomîne."