STENBOL - Komîsyon Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de ji girtiyê nexweş Resul Ozbay re azadî xwest.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefte çalakiya "Rûniştina F" li dar dixe. Gelek kes di hefteya 278'an de li Qada Galatasarayê li hev civiyan û pankarta "Tecrîd dikuje bila Girtîgehên Tîpên F bên girtin" vekirin û ji girtiyê neweş Resul Ozbay re azadî hat xwestin.
GULMEZ: BILA ERDOGAN TENÊ ROJEKÊ BIMÎNE
Dayik alî Gulmez Selvî Gulmez destnîşan kir ku ew duh çûye Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye, kurê wê cezayê dîsîplînê girtiye, bi cezayê dîsîplînê hemû mafên girtiyan tê destaserkirin. Gulmez polîtîkaya hikumetê jî rexne kir û wiha axivî: "Dema zarokên me ketin girtîgehê tu tiştekê wan tune bû. Hemû di wan girtîgehan de nexwş ketin. Ez bang li Erdogan dikim; biçe tenê rojekê li wê girtîgehê bîmîne, zêde na tenê rojekê."
'WELAT BÛYE GIRTÎGEHEK MEZIN'
Piştî axaftina Gulmez, daxuyaniya hefteyê Îkbal Eren xwend. Eren destnîşan kir ku ew di demke bê heq û bê hiqûqî re derbas dibin û wiha axivî: "Mafê me yê jiyanê tê desteserkirin, bi pêkanînên taybet hêstên me yên edaletê têk dibin. Welat veguherandine girtîgeheke servekirî."
Eren aşkera kir ku girtiyê nexweş Ozbay nexweşê weremê ye, li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin, ji ber ku nexweşiya wî derbasî kesî nebe, demekê bi tena serê xwe hatiye hiştin û mafê wî yê tedawiyê hatiye astengkirin. Eren da zanîn ku Ozbay 2 sal e bi sûcdariyên bê bingeh di girtîgehê de ye, dê di 2'yê Tebaxê de doza wî bê dîtin û xwest ji bo bi rêk û pêk bê dermankirin, divê serbest bê berdan.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşma bi dawî bû