Ercan Guneş hat definkirin

DERSIM - Ajokarê mînîbusê Ercan Guneş ku li di bombebarana gundê Hanê yê Dersimê de jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.

Di çarçoveya operasyona leşkerî ya li Dersimê de, gundê Hanê yê girêdayî naveçya Qisleyê hatibû bombebarankirin û di bombebaranê de ajokarê mînîbusê Ercan Guneş jiyana xwe jid est dabû. Guneş hat definkirin. Ji bo otopsiyê cenazeyê Guneş pêşî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê û paşê jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê. Piştî otopsiyê malbatê cenaze wergirt û ew birin gundê Xacerê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Guneş hat definkirin.