MÊRSÎN - Derûnasa Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê Fahriye Cengîz ku bi KHK'ya Jimare 692'an hat îxrackirin, diyar kir ku bi derûniya tirsê ya ku li nav civakê belav dikin tê xwestin ku jin hepsî malê bên kirin û wiha got: "Li gel OHAL'ê jî em ê tim bitêkşon. Em ê li navenda jiyanê bin û em ê hêzdartir bin."
Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re li hemû qadan mafê hatin binpêkirin, lê bi taybetî jî li van qadan destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Yek ji van saziyên ku nesîbê xwe ji van binpêkirin û çewisandinên OHAL'ê wergirtin jî li Mêrsînê Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ye. Gelek jin bi KHK'yan û fermanên qeyûman ji kar hatin derxistin û her wiha jinên ku nehatin derxistin jî bi sepandinên mobîngê rû bi rû ne.
Yek ji xebatkarên Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê ku bi KHK'ê hat girtin derûnas Fahriye Cengîz jî herî dawî bi KHK'a Jimare 692'yan hat îxrackirin. Cengîz, anî ziman ku wan li dijî her cure êrîşên li dijî destkeftiyên jinan li ber xwe dida û wiha got: "Sedema van êrîşan ew e ku dixwazin bedêlê bi me bidin kişandin. Xebatên me yên jinan wek xebatên îllegal hatin nîşandan û ev bi vê yekê xwestin têkoşîna jinan bê îtibar bikin. Bi polîtîkayeke wisa dixwazin derûniya tirsê biafirînin."
'DIXWAZIN BI ÊRÎŞAN RE JINAN HEPSÎ MAL BIKIN'
Cengîz, dest nîşan kir ku tê xwestin ku têkoşîna jinê bê tunekirin û wiha axivî: "A rast bi vê darbeya li dijî têkoşîan jinê tê xwestin ku jin hepsî malê bên kirin. Ji xwe li her derî vê polîtîkaya xwe vedibêjin. Çawa ku bûn îktîdar pratîka wan a ewil Wezareta Polîtîkayên Jinan veguherandin û kirin Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî."
'EM Ê LI NAVENDA JIYANÊ BIN'
Cengîz, dest nîşan kir ku armanca îktîdarê ew e ku jinan hepsî malê bike û vê yekê jî bi OHAL'ê pêk tîne. Cengîz, anî ziman ku li gel van êrîşan jî ew ê tim bitêkoşin. Cengîz wiha domand: "Derdê me mezinkirin û zêdekirina qada têkoşînê ye. Helbet em ê di komîsyonên jinan ên sendîkaya xwe de li dijî êrîşên li hemberî jinan bitêkoşin. Em ê yekîtiya xwe ya têkoşînê xurt bikin. Em tu carî hepsî malê nebûn û em li qadan xebatên xwe yên jinan didomînin. Li gel OHAL'ê jî em ê tim bitêkoşin. Em ê li navenda jiyanê bin û em ê hêzdartir bin."
'EM Ê TIM BITÊKOŞIN'
Canan Yuce ku bi salane bi awayekî aktîf di nav têkoşînan jinan de dixebite, anî ziman ku herî zêde çewisandinên piştî 15'yê Tîrmehê xwe dan der bandorê li jinan kir. Yuce, dest nîşan kir ku li gel van êrîşan jî wan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û wiha axivî: "Me got '8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê nayên qedexekirin' û em bi sedhezarn meşiyan." Yuce, dest nîşan kir ku ew ê li her derî gotina xwe bibêjin û qethiyen dev ji têkoşîna xwe bernedin.