ŞIRNEX - Li Cizîrê di 7'ê Cotmeha 2014'an di çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Kobaniyê de, Hayri Malgaz ku dema ji lîstika topê ya qada xalîçeyî ber bi malê ve diçû birîndar bûbû û dema diçû nexweşxaneyê polîsan ew derb kiribû û paşê binçavkiribûn. Niha jî 5 sal û meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha der barê giliya Malgaz ku derheqê îşkenceyê de kiribû jî biryara neşopandinê hat dayîn.
Li Cizîra Şirnexê, di 7'ê Cotmeha 2014'an di dema çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Kobaniyê de dema Hayri Malgaz, kekê wî Ahmet Malgaz û xalê wî Bahattin Malgoz diçûn nexweşxaneyê polîsan ew binçav kiribûn. Ji ber ku di dema biçavkirinê de îşkence li wan hatibû kirin, her sê kes giliyê polîsan kirin. Der barê giliya wan de bi hinceta "Têra xwe delîl nehatine bidestxistin" biryara neşopandinê hat dayîn. Her wiha der barê her sê kesan de jî bi hincetên cuda doz hatin vekirin.
CEZA HAT BIRÎN
Di danişîna 9'emîn a 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê de, heyeta dadgehê bi hinceta "Muxaefeta li hemberî qanûna jimare 2911'an" 3 meh û 10 roj, bi hinceta "Astengkirina bicihanîna peywirê" 6 meh û 20 roj, bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" sal û 4 meh û 20 roj, bi hinceta ku "madeyên talûke li ser xwe gerandiye" 2 sal û 6 meh û bi hinceta "xesar daye mal" 5 meha yanî bi giştî 5 sal û meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Hayri Malgazê 17 salî birî. Ji ber ku temenê Malgaz di biniya 18 salan de ye, heyeta dadgehê hikm taloq kir. Her wiha Ahmet Malgaz û Ahmet Malgozê ku bi hinceta "muqawemetiya polîsan" û "endamtiya rêxistinê" ji heman dozê dihatin darizandin jî beraet kirin.
‘BI LINGAN PÊL SERÊ MIN Ê ŞIKANDÎ KIRIN'
Hayri Malgaz di danişînê de anî ziman ku, dema ew ji lîstika qada xalîçeyî vedigeriya kevirek li serê wî ketiye û ew birîndar bûye. Malgaz, diyar kir ku dema kekê wî Ahmet Malgaz û xalê wî Bahattîn Malgoz xwestine wî bibin nexweşxaneyê, polîsan wesayîta wan daye sekinandin. Malgaz, da zanîn ku polîsan bi zorê ew ji wesayîtê derxistine, li erdê dirêj kirine û bi lingan pêl serî wî yê şikandî kirine û ji paş ve destê wî kelemçe kirine û paşê ew birina Muduriyeta Polîsan a Navçeyê. Malgaz, got ku li vir jî polîsan bi qundaxên çekan ew derb kirine.
'MIN KIRIN ÇALAKVAN'
Malgaz, anî ziman ku ji ber serê wî şikandî bûye polîsan gotiye qey ew çalakvan e. Malgaz, got ku li ser wî forme û şortê wî yê lîstika qada xalîçeyî hebûye. Malgaz, dest nîşan kir ku wan israr kiriye ku polîs û dozger li dîmenên qada xalîçeyî binihêrin, lê belê kes li wan nenihêriye û wiha axivî: "Min ji polîsan re got, ji ber îşkenceya ku we li min kiriye ez ê giliyê we bikim. Ji ber min wisa got komployek anîn serê min."
‘POLÎS QAŞEYA BIJÎŞK BI KAR ANÎ'
Xal Bahattîn Malgoz jî, anî ziman ku piştî ew hatine binçavkirin 3 saet şûnde ew birine nexweşxaneyê. Malgoz, got ku ji ber şidet û îşkenceya polîsan perdeya guhê wî qetiyaye û polîsan nehiştiye ku bijîşk ew muayene bikin. Malgoz, derpêş kir ku polîsan qaşeya bijîşkekî hilgirtiye û li rapora ku wan amadekiriye xistine û wiha got: "Ji ber bijîşk ji polîsan ditirsiyan tiştek negotin. Piştî em hatin berdan dubare em çûn nexweşxaneyê. Der barê qetandina perdeya guh de bijîşkan rapor da min."
Parêzera her 3 kesan Filiz Olmez jî, anî ziman ku di dema dadgehê de wan tim doza dîmenên qada xalîçeyê, wesayîtên zirxî û şaxa qaçaxvaniyê xwestiye, lê belê ew dîmen daxilî dosyeyê nehatine kirin. Olmez, dest nîşan kir ku cezayê li Hayri Malgaz hatiye birîn bêyî delîl e û her wiha delîlên der barê îşkenceyê de jî esas nehatine wergirtin. Olmez, diyar kir ku der barê giliya îşkenceyê de biryara neşopandinê hatiye dayîn, lê belê mexdûr jî hatine cezakirin. Olmez, dest nîşan kir ku ev yek bêedaletiya pergala huqûqê nîşan dide. Olmez got ku ew ê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.